12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li başûrê Kurdistanê çi diqewime?

Îkram Balekanî

Sala 2005’an dema ku desthilatiya Sedam Huseyîn hilweşiya, ne tenê başûrê Kurdistanê, hema bêje hemû Iraq ketibû destê kurdan. Hêza herî xwî avantaj kurd bûn. Ji serokomar bigire heta fermandarê artêşê û wezîrê karê derve, hemû kurd bûn.

Eger aqilekî siyasî yê rêk û pêk hebûya,  dikarîbû hemû Iraqê bi rêve bibe. Bo nimûne eger modeleke wekî ya Rojava hebûya, modela HSD’ê bi kar bianiyana, dikarîbûn Iraqê bi başî kontrol bikin.

Heta ku Mam Celal dijiya, rewş çêtir bû. Lê piştî Mam Celal, hemû destkeftiyên kurdan yek bi yek têk çûn. Bi gotineke din, tiştên ku Mam Celal bi dest xistibûn, Mesûd Barzanî yek bi yek ji dest dide û ditorîne.

Piştî êrişên DAIŞ’ê, tevî xetereyên mezin, derfetên nû ketin destê kurdan. Iraqê artêşa xwe ji gelek bajaran vekişand. Kurd ketin Xaneqîn, Şengal û Kerkûkê. Bajarê ku niha wekî cihên niqaşê têne binavkirin, bê niqaş ketin destê kurdan.

Êdî ti hincet û behaneyek nemabû ku behsa madeya 140’ê were kirin. Başûrê Kurdistanê bi giştî ketibû destê kurdan. Ti hincet û behaneyeke Iraqê tinebû ku îtiraz bike û li ber rabe. Iraqê nedikarî careke din êriş bike û bi zorê ji kurdan bistîne. Ji ber ku sedemek tinebû. Lê Mesûd Barzanî kilîd li deriyê parlementoyê da. Rê li ber Dr. Yusif Mihemed girt û destûr neda here Hewlêrê.

Serokê parlementoyê ku vegeriya Silêmaniyê wiha digot: “Ew hêza ku rêya me birî, eger li Şengalê rêya çeteyên DAIŞ’ê bigirta, bi hezaran keç û jinên kurd nediketin destê çeteyan.”

Başûr ku bi mudaxileya hêzên HPG û YJA-Starê ji têkçûnê xilas bibû, vê carê kete ber xetereke din.

Barzanî bi aqilê Tirkiyeyê tevgeriya û referandumeke formalîte çêkir. Ew referandum tenê lîstikek bû. Ji ber ku li başûrê Kurdistanê du caran referandum hatibû çêkirin. Carekê salên 90’î û cara duyem jî sala 2005’ê referandum çekiribûn. Êdî hewce nedikir ku cara sêyem şowê bikin û referandumê çêkin.

Jixwe şerm e ku piştî Enfalê, piştî Helebceyê, piştî 28 serhildanan, kesek rabe ji kurdan bipirse hûn çi dixwazin? Kurdan bi caran bi berxwedana xwe nîşan daye ku statûyeke azad dixwazin. Êdî hewceyî referanduman nake. Lê Barzanî bi aqilê Tirkiyê hinceta mudaxileyê da dagirkeran.

Piştî referandumê Barzanî bêyî ku guleyekê biteqîne, terka nîvê axa başûrê Kurdistanê kir. Divê em ji bîr nekin ku di sala 2017’yan de Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bû. Ango Mesûd Barzanî fermandarê hemû hêzên pêşmerge û fermandarê hemû hêzên leşkerî bû. Êdî ti kes nikare vê rastiyê înkar bike. Piştî têkçûna Kerkûkê, Mesûd Barzanî du hefteyan xuya nekir û paşê derket, bêyî ku şerm bike, wiha got: “Ji bo ku xwîn nerije, me şer nekir. Ew cihên ku Heşdî Şahbî û hêzên Iraqê ketinê, bi aştiyê hatine valakirin. Pêşmergeyan şer nekir û li ber xwe nedan, me nexwest xwîn birije”.

Gelo li kîjan welatî serxwebûn û azadî bê xwîn hatiye bidestxistin? Navê reva xwe danîne aştî.

Welhasil ji sedî 51’ê axa başûrê Kurdistanê bi “aştiyê” dane hêzên Iraqê û reviyan. Êdî textê wan hejiya. Ji vê rojê heta niha, yek bi yek destkeftiyên Başûr ji dest diçin.

Rabûn bê sedem hilbijartin dane paş. Dema parlementoyê xilas bûye. Dema hikûmetê xilas bûye. Dadgeha Federal a Iraqê dibêje, tenê di dema şer û rewşa awarte de, hilbijartin têne paşxistin. Lewre ev yek kire hincet û gelek biryar der heqê başûrê Kurdistanê de girtin. Ev tişt hemû ji destê kurdan derxistin.

-Firtotina nefte

-Hatina navxweyî û gumrik

-Desteya hilbjartina Başûr hate betalkirin, ev maf dane Iraqê.

-Dayîna mûçe û miaş ji Başûr girtin û dan bankeyên Iraqî.

-Vekirina ofîs û nûnergehan li derveyî welat hate betalkirin.

-Kotaya kêmeneteweyan li Parlementoya Başûr hate betalkirin.

-Parastina sînoran ji Başûr hate standin.

-Hemû data û zanyariyên karmend û hêzên leşkerî wê bikevin destê Iraqê.

-Pêşmerge wê bi awayekî fermî bibin beşek ji artêşa Iraqê.

Niha jî  dadgeh li ser bilindkirina pile û dereceyên zarokên Barzanî dicive.

Li hêla din jî li Emerîkayê dozeke mezin hatiye destpêkirin. Di serî de Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî, wê 50 endamên mala Barzanî û siwarên wan bêne dadgehkirin. Di nava dosya wan tiştên gelekî balkêş hene. Serokê Weqfa (Kurdistan Victims Fund)ê S. Mark Studdert bi radiyoya Dengê Emerîkayê re axivîye û agahiyên balkêş dane.

Dibêjin di qirkirina êzidiyan de destê Barzanî heye. Mala Barzanî du hemwelatiyên Emerîkayê yên li ser wezîfeyê kuştine. Mala Barzanî bi çeteyên DAIŞ’ê re ticarek û bazirganî kiriye. Dema DAIŞ’ê serê pêşmergeyan jê  dikir, mala Barzanî bi çeteyan re ticarek dewam kiriye. Li gorî rapora rojnameya Washington Post’ê vê ticaretê 6 salan dewam kiriye.

Êdî ev du dadgeh û qewimîn Mala Barzanî tengav dikin. Ew dixwazin aloziyeke mezin derxin ku hilbijartin çênebe. Lewre çi dibe bila bibe, dixwazin şerekî çêkin. Lewre vê biryara dadgeha Federal a Iraqê jî dikin hincet û pêşmergeyên girêdayî xwe wekî artêşa Iraqê dişînin herêma ku gerîlayên Kurdistanê lê ne.

Iraq jî vê zeif û qelsiya Başûr bi kar tîne. Wekî ku niyeta wan nizane, dixwaze wekî derfetekê bi kar bîne û li ser sînoran bi cih bibe. Ji ber ku ev bû 33 sal hêzên Iraqê û yên Başûr nehatine van herêman. Tenê gerîlayên Kurdistanê ew dewer parastine. Mihemed Hecî Mehmûd ê Serokê partiya sosyalîst dibêje: Ev bû 30 sal ne Baasî, ne artêşa Iraqê û ne jî pêşmerge çûne wan çiyayan. Niha ji bo çi pêşmerge herin û xwînê birijînin. Ew herêm di destê gerîlayên PKK’ê de ne. PDK û YNK’ê bi PKK’ê re peyman çêkirin û gerîla li wan herêma hatin bicihkirin, niha ji bo çi dixwazin meselê berovajî bikin!

Niha hatin û çûna heyetên Tirkiyê zêde bûye. Ev hatin û çûn tenê tiştekî nîşan didin. Ew jî bihêzbûna tevgera azadiya Kurdistanê ye. Tirkiye li hemberî PKK’ê tengav bûye, nikare gavekê pêşve bavêje lewre wekî hirça birîndar lê hatiye.

Helbest di bin vê yekê de niyeta Tirkiyê ya demdirêj jî heye.

Tirkiye dibêje madem ez nikarim PKK’ê têk bibim, wê çaxê qet nebe ez başûrê Kurdistanê dagir bikim. Ji bo vê yekê jî bi salan e pîlanên xwe çêdike.  Em hemû dizanin ku sala 1996’an Mesûd Barzanî kete pêşiya tankên Sedam û anîn Hewlêrê. YNK ji bajêr derxist û bajar dagir kir. Paşê kete pêşiya eskerên tirk û birin Hewlerê. Ew li Başûr bi cih kirin. Ji wê rojê heta niha hêzên Tirkiyeyê li Başûr in.  Piştî êrişa DAIŞ’ê hêzên Tirkiyeyê wekî firsetekê bi kar anî û li Başîqa jî bi cih bû. Mala Barzanî jê re rê xweş dike. Kî li dijî hebûna Tirkiyeyê biaxive, Barzanî dibe neyarê wan. Ji bo nimûne:

Dema Dr. Yusuv Mihemed serokê parlementoya Başûr bû, biryar girt ku divê hêzên Tirkiyeyê ji Başûr bêne derxistin.

Mesûd Barzanî rabû kilîd li deriyê Parlementoyê da, rê li Dr. Yusuv birî û nehişt pê xwe bavêje Hewlerê.

Dema çekdarên Barzanî di navbera Silêmanî û Hewlerê de rêya serokê parlementoyê birî, Dr. Yusuv ev daxuyanî da: Eger ev leşkerên ku niha li vir rêya me dibirin, li Şengalê rêya çeteyên DAIŞ’ê bibiriya, niha bi hezaran keç û jinên kurd ên êzidî nediketin destê DAIŞ’ê.

Nimûneyeke din jî kurmamê heq ê Mesûd Barzanî, Şêx Edhem Barzanî ye. Şêx Edhem digot: “Niyeta Tirkiyeyê dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. PKK hêza parastina Kurdistanê ye. Eger pêwîst bike ez ê li kêleka wan şerê dagirkerên Tirkiyeyê bikim û axa Başûr biparêzim.”

Mesûd Barzanî Hewlêr û Duhok li wî qedexe kir. Ew niha li Silêmaniyê ye û nikare here Hewlêrê. Ev baş nîşan didin ku Mala Barzanî qedera xwe teslîmî Tirkiyeyê kiriye.

Iraq jî vê rastiyê dibîne. Iraq dixwaze bi mêjiyê Îranê tevbigere û bi penbo serê Barzanî jêke. Iraq dixwaza başûrê Kurdistanê dagir bike. Tirkiye jî dixwaze dagir bike.

Fermandarê Navenda Parastina Gel Murad Karayilan jî di gotûbêja xwe ya bi ANF’ê re balê dikişîne ser vê armanca Tirkiyê û dibêje: Tirkiye dixwaza hemû başûrê Kurdistanê heta hinek ji axa Iraqê jî dagir bike. Rêveberiya nû ya Iraqê jî xeşîm e û li cihê ku bibe asteng jê re rê xweş dike”

Ew hevdîtin û danûstandin hemû lîstikên dîplomatîk in. Kî karî yên din bixapîne û cihê pê xwe saxlem bike. Lê di vir de yê xeşîm Barzanî bi xwe ne.

Tenê YNK û PKK dikarin vê lîstikê xira bikin. Jixwe balkêş e ku YNK’ê piştî şerê navxweyî heta niha cara yekem e evqas daxuyaniyeke tund weşand û got: “Barzanî bi tankên Sedam Hewlêr dagir kir û paşê cendirmeyên tirk anîn Hewlêrê. Em ê Hewlêrê ji dagirkeriyê azad bikin.”

Niha rewş aloz e. Dibe ku bi awayekî demkurt mala Barzanî bikare vê rewşê aloztir bike û ji xwe re jê sûdê bigire. Eger PDK bêje ez tevlî hilbibjartinê nabin, wê çaxê wê Dadgeha Federal a Iraqê hikûmetê hilweşîne, Mesrûr ji wezîfeyê bigire û ev jî tê wateya hilweşandina statûya başûrê Kurdistanê.

Di vê rewşê de an divê başûrê Kurdistanê serî rake, şer bike, yan  divê teslîm bibe. Ti rêyeke din nemaye. Lewre ev xetereke mezin e li dijî Başûr. Tekane rêya parastina başûrê Kurdistanê, hevkarî û tifaqa bi gerîyayên Kurdistanê re ye. Tifaqa neteweyî, pêkanîna Kongreya Neteweyî ye.

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi caran banga vê yekê dike. Ji bo kongreya Neteweyî 8 xalên sereke pêşniyar dike ku di nava wan de artêşa hevbeş a Kurdistanê jî hebû. Divê hêzên Kurdistanê guh bidin vê bangê û tifaqa xwe çêkin.

Ki bikeve pêşiya dagirkeran û ji wan re rê xweş bike, ew caş û nokerê dijmin e, ne kurd. Lewre şerê ku biqewime jî wê bibe şerê Kurdistanê yê li dijî dagirker û nokerên wan.