23 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li başûrê Kurdistanê 48 jin hatin kuştin

 Li gor daneyên nefermî yên Kampanya Li dijî Kuştina Jinan, di sala 2024an de 48 bûyerên kuştina jinan li Başûrê Kurdistanê hatine tomarkirin. Herwiha herî zêde bûyerên kuştina jinan li Hewlêrê rû dane ew jî 18 bûyer in.

Kampanya Li dijî Kuştina Jinan bi civînek çapemeniyê amarên nefermî yên kuştinên jinan ên sala borî li Herêma Kurdistanê rû dane, eşkere kir.

Li gor amarên nefermî yên Kampanya Li dijî Kuştina Jinan, di sala borî de li başûrê Kurdistanê 48 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin. Rêjeya herî zêde li parêzgeha Hewlêrê bû.

Rêjeya kuştinên jinan li gor bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê wiha ne: “Li Hewlêrê 18, li Silêmaniyê 13, li Dihokê 6, li Kerkûkê 3, li Zaxoyê 1, li Raperînê 3, li Germiyan 2, li navçeya Koye 1 û li Xurmato jî jinek hat kuştin.

Di rapora Kampanya Li dijî Kuştina Jinan de hat diyarkirin ku ji destpêka îsal ve heta 8ê Sibatê ango îro 8 bûyerên kuştina jinan li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin. Hat gotin ku piraniya kujerên jinan nehatine girtin.

Kampanya Li dijî Kuştina Jinan ji 12 rêxistinên jinan pêktê navên wan jî evin; Rêxistina Ronakbiriya Ragihandin û ronakbîriya Jinan, Rêxistina Hawkariya Yasayî ya Jinan, Rêxistina Xelk ji bo Geşepêdan, Rêxistina Asude, Rêxistina Rewşenbîrî û Komelayetî ya Xanzad, Rêxistina Step, Rêxistina Sîd, Navenda Pêşxistina Demokrasî û Mafê Mirov, Rêxistina Dabîn, Rêxistina pêşxistina Mirov û Yekitiya Parlementerên Kurdistanê.