Karmendên navçeya Ranya, Kelar, Silêmanî û Helebceyê li jî dijî nedana mûçeyan daketin kolanan.
Li Germiyan mamosta û karmendan hîn jî mûçeyê Adara 2022’an wernegirtine. Mamosta û karmend doh neçûn ser kar û îro jî li ber deriyê bankeya Kelarê kombûn.
Bi heman armancê li Silêmaniyê mamoste û karmend li ber derê herdu kampên kevin û nû yên zanîngeha Silêmaniyê kom bûn. Her wiha li Ranya û Helebceyê li Raperînê li ber derê bankayan mamosta û karmend kombûn.
Mamoste û karmend daxwaza dayîna mûçeyên xwe dikin. Nerazîbûna mamosta û karmendan ya li hemberî nedana mûçe dewam dike.