12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bakur û rojhilatê Sûriyeyê Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk

Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk bi dirûşma "Bi rihê neteweya demokratîk em ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan misoger bikin” 2 rojan li navçeya Til Birakê ya kantona Hesekê li dar ket.

Beşdarên Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk diyar kirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîras, çand û hevgirtina xwe ya xurt parastine.

Têkilkdarî festîvalê û girîngiya wê, endamê komîteya amadekar a festîvalê Keder Hisên ji ANHA′yê re axivî. Keder Hisên got festîval peyamek e ku “proje û çanda neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye rûniştandin.”

Hevseroka Meclisa Civakî ya Ermenî ya Kantona Hesekê Mîgirîk Mîxaîliyan jî anî ziman; di navbera pêkhateyên herêmê de gelek tişt wekî cil û berg, ziman, adet û rihê neteweyê dişibin hev û got ev hemû di festîvalê de diyar bûn.

‘Festîvalê hevgirtina pêhateyan nîşan da’

Cîgira hevserokatiya Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Qamişloyê Marya Eho jî diyar kir ku beşdarbûna tevahî pêkhateyên bi cil û bergên xwe yên neteweyî hevgirtina wan nîşan dide û wiha domand: “Pêkhateyan di festîvalê de çand, ziman, urf û adetên xwe bi hev dan nasandin.”

Marya Eho destnîşan kir ku Festîvala Neteweya Demokratîk peyama “gelên herêmê hevgirtî ne” da.

Marya Eho her wiha got: “Me ji bo êrişkaran û tevahî kesên ku dixwazin nasnameya me biçewisînin û erdnîgariya herêmên me biguherin, da xuyakirin ku gelên herêmê hevgirtî ne û ruxmî ku çand, huner û adetên me ji hev cuda ne jî, lê em xwişk û bira ne.”

Hunermend Teleb El Nazir ê ji pêkhateyê Ereb got, Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn gel hev û mîraseya wan di bin sîwanekê de kom kir.

Teleb El Nazir diyar kir ku festîvalê îsbat kir ku pêkhateyan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîna bi mîras û çanda xwe ya madî û manewî ve girêdayî ne.