Li bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rihayê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Pîrozbahî, li qada vala ya li kêleka Stadyuma 11 nîsanê ya li navçeya navendî Halîliyeyê tê lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê û endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, parlamenterên Rihayê Dîlan Kunt Ayan û Omer Ocalan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, hevşaredarên navçeyan ên DEM Partiyî, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka Alî Çîçek ku yek ji sembolên berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14ê Tîrmehê bû Ayşe Çîçek û bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn.
Qada pîrozbahiyê bi alên partiyê yên bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin û li ser dikê pankarta “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” hat daliqandin. Welatiyên ku bi cil û bergên kurdî têketin qadê, demeke dirêj li ber stranên kurdî govend gerandin.
Di çarçoveya kampanyaya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya “Ji bo aştiyê milyonek îmze”yê de bi hezaran îmze li qadê hatin komkirin. Beriya pîrozbahî dest pê bike, bi hezaran ciwanan sirûd gotin û li benda pîrozbahiyê sekinînin. Ciwanan gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Tevî hewaya sar û barînê jî coşa ciwanan her ku diçe zêde dibe. Jineke ku salên dirêj e di her Newrozê de alaya wêneyê Abdullah Ocalan li ser e li ba dike, di vê Newrozê de jî bi coşeke mezin cihê xwe girt.
Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Komîteya Amadekar a Newrozê û hevserokên DEM Partî û DBPê gel silav kirin. Di axaftinan de peyama xwedîderketina li banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dayin.
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Meyaser Korkmaz, wiha got: “Em Dayikên Aştiyê ne û aştiyê dixwazin. Rêberê vî gelî birêz Ocalan pêvajoyek da destpêkirin. Bila her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Êdî bes e. Ma ewqas êş ne bes in? Bila êdî hêsirên dayikan nebarin. Me bedelên giran dan. Bila êdî aştî were.”