Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi wesîleya salvegera 26’an a Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmeha 1998’an, ji Maratonayê heta Balyozxaneya tirk a li navenda Atînayê meş hate kirin.
Endamên Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistanê, Komîteya Defend Kurdistan, Înîsiyatîfa RiseUpForRojava û Ruvikonas beşdarî meşê bûn.
Meş di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de hate kirin û di tevahiya meşê de daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, hate berzkirin.