21 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Artvînê 4 rojnameger hatin girtin

4 rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Artvînê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Artvînê de polîsan di 13ê Hezîranê de li Stenbolê bi ser gelek malan de girtin û 6 jê rojnameger 7 kes binçav kiribûn. Her 7 binçavkirî jî birin Artvînê. Di îfadeya 14ê Hezîranê de xizmeta nivîsbariyê ya ji bo malperên nûçeyan û pereyê ji bo nûçeyan distandin û hevdîtinên ser telefonê weke sûc hatin nîşandan.

Rojnameger, piştî 3 rojên binçavkirinê di 16ê Hezîranê de sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozger, bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya cezayên sulhê kir. Kedkarê Sendika.Orgê  Ozan Cirik û rojnameger Dîcle Başturk, Yavuz Akengîn û Eylem Emel Yilmaz bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Semra Melek û Melîsa Efe jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.