29 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Arjantînê mutefîkê Trump bi ser ket

Partiya La Liberted Avanza (Azadî Bilind Dibe) a Serokê Dewleta Arjantînê Javier Milei, di hilbijartinên navber ên roja yekşemê de ji sedî 40,7 dengan wergirt û serketina xwe îlan kir.

Li gorî encamên fermî, partiya Milei di hilbijartinên navber ên roja yekşemê de zêdeyî sedî 40ê dengan wergirt, muxalefeta sereke Peronist blok Fuerza Patria ji sedî 31,6ê dengan wergirt.

Lîberalê ultra Milei bi vê encamê serketina xwe ya serokatiyê ya ku di hilbijartinên 2023yan de bi dest xistibû, weke “xaleke werçerxê ya dîrokî” pênase kir û got, “Ew ê li ser rêya ku Arjantînê bike neteweyeke mezin, reforman dewam bike.”

Partiya Milei dibe ku di parlamentoyê de ji 37 kursiyan derkeve 101an, li Senatoyê jî dibe ji 6an derkeve 20an.

Piştî hilbijartinan, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump mutefîkê xwe Milei pîroz kir û peyama “Gelê Arjantînê baweriya me ya ji bo Milei piştrast kir” parve kir.