20 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li aramgehan şopên ciwaniyê

Şoreşgerî, hayjixwebûn, gav bi gav lixwevegerîn, têkoşîna xwebûnî û azadiyê… Ma ev hemû ne hewldan û têkoşîna xwegihandina heqîqetê ne?

Mûsa Şanak

Ji bo mirovên fêmber mirin mamosteya herî mezin e. Belê, bes em lê binêrin. Bes em guh bidin ser… Dê gor û goristan yek bi yek bên zimên. Dê kêl bi kêl biaxivin bi me re. Dê dar bi dar, kulîlk bi kulîlk biaxivin… Em ê bibînin û têbigihîjin ku hemû paye, hemû cudatî û newekheviyên heyî bêwate ne.

Bala xwe bidinê… Wa ye li goristanan li kêlek hev radizên kurd, tirk, ereb û ermen; li kêlek hev radizên cihû, êzidî, îsevî û misilman; li kêlek hev radizên dewlemend û xizan, zarok, ciwan, kal û pîr… Giş ji axê hatin û li axê vegerîn. Giş bûn yek di hembêza xwezayê de. Ji wan ne ezezîtî ma li holê, ne perestî, ne armanc, ne hêvî, ne xirs û tirs, ne xem û xweşî, ne şik û şayîş…

Ku bijîn jî bi me re dijîn bi bîranînên xwe. Ew ên mijokdar û mêtinger, ew ên ku bi ti awayî têr nedibûn jî bi mistek ax têr bûn. Ma ev ne heqîqet e? Ma heye heqîqetek ji vê mezintir? Dema yek dimire li Dêrsimê dibêjin, çû ser heqiya xwe. Çûyîna ser heqiyê, ji her tiştî rizgarbûn e. Ango gihîştina heqîqeta xwe û azadbûn e.

Rast e, bi mirinê re her kes digihîje heqîqeta xwe. Wekî ku pêşiyên kurdan jî gotine, piştî ku dimire, herkes dibe qûnzêrîn. Loma kes li pey miriyan xerab nade. Ev bûye rêgezek exlaqî.

Ma tekane rê mirin e? Ma mirin nebe em ê tu carê nekarin xwe ji biyanîbûn, bênamûsî û bêrûmetiyê, ji dizî û tolaziyê, ji çavbirçîtî û kedxwariyê rizgar bikin? Ma ji xêncî mirinê ti rê nîn e ku me bigihîne heqîqetê?

Di xwe de avakirina xwebûniyek civakî ya demokratîk a wekhev û azad, xwe ji her cure cudakarî û zêdehiyê rizgarkirin e. Xwebûnek wiha ya civakî gihiştina heqîqetê bixwe ye. Di vê wateyê de heqîqet bi serxwevehatin e, vejîn e, xwe jinûveavakirinek jiyanî ye. Bi her awayî tê jiyîn.

Ev demek e, bi ku de biçim rêya xwe li goristanan dixim. Li aramgehên qedîm û nû li şopên ciwaniya xwe digerim. Li şopên rêhevalên xwe, li şopên rûyên biken ên rûspiyên zarokatiya xwe digerim. Diçim ser gorên wan, li ber kêlên wan rûdinim, çavên xwe digirim û wan bi bîr tînim di nav xwe de. Dema li wan difikirim, ew candar dibin û derdikevin pêşberî min di pêşangeha bîra min de. Xweşbêş dikim bi wan re. Ez piçekî dimirim bi wan re, ew piçekî vedijin bi min re.

Dema çavên xwe vedikim û dîsa tevî çemê jiyanê dibim, di kûrahiya dilê xwe de germahiyekê û di xwe de guherînekê hîs dikim. Xwe bixwe dibêjim, nexwe bi rênîşiya wan nemiran hinekî din nêzî heqîqeta xwe bûm…

Çend roj in ku em ketine pey şopa du hevalên herdemciwan. Navê yekî Ahmet Çelîktaş, yê din Bakî Kan e. Hîn dibim ku gorên wan li gundê Kurdimîk/Kurdemlîkê yê Xarpêtê ne. Em çar kes biryar didin, rojekê diyar dikin û bi hev re diçin serdana wan. Em sê kes di zûtira sibê de ji Amedê bi rê dikevin, yek jî ji Pêrtagê. Em li navenda Xarpêtê li derdora Qeraca Xozatê digihîjin hev, bi hev re xwarinekê dixwin û berpêyî gund dibin.

Du kes ji me heval û merivên wan herdemciwanan in. Ew di heman demê de rênîşên me ne jî. Li gorî tabelayan rêya gund 20 km ye. Di rêya teng û bifetil de em diçin û diçin, hildikişin serê çiyayan û dadikevin neqeb û bestan, ji gund an jî mezreyekê derdikevin û dikevin yeke din… Her ku nêzî gundekî dibin, em dibêjin qey em gihîştin cihê xwe. Lê rênîşên me dibêjin, ne ev gund e û em rêya xwe didomînin.

Ew cara yekemîn e ku rêya min li wan deran dikeve. Ji aliyekî ve jî ez li wî dîmenê xweşik ê payîzê temaşe dikim û xwe bixwe dibêjim, gelo dê bihara vir çawa be? Cihekî ku dîmenê payîza wê ewqas xweşik be, dîmenê bihara wê jî teqez dê ji vê xweşiktir be.

Dema em derdikevin ser girekî ji dûr ve gola bendava Kebanê xuya dibe. Em hinekî  dadikevin û li ber goristana li raserî gund radiwestin. Rênîşên me dibêjin, em hatin û peya dibin. Em ên mayî jî didin pey wan. Berê gora rêheval Bakî Kan me pêşwazî dike. Ev goristana gundê wan e û ew jî mazûvanên me ne. Berî ku çavên xwe dadim û bi wan re biaxivim, li her du hevalên wan ên qedîm dinêrîm. Wan bi lez desteyek gul danî ser gora Bakî û çûn serdana gora Ahmet Çelîktaş û desteyek gul jî danî ser gora wî, xwe li hev pêçan û giriyan. Em jî ketin bin bandora wê hewaya wan. Qasek bi şûn ve me gihayên li ser gorên wan paqij kirin, ew bi gulan xemilandin û bi rêzdarî bi bîr anîn.

Ahmet Çelîktaş, 1ê çileya 1960î, li vî gundî hatiye dinê û 22yê nîsana 1980yî jî li gundeki nêzî Pêrtagê şehîd ketiye. Di dawiya salên 1970yî de li Xarpêtê hevalan nas dike û tevlî nav refên azadiyê dibe. Tevgera Azadiyê navek li xwe nekiribe jî li her herêmê bi navekî cuda hatiye nasîn. Wekî Telebe, Apoyî, UK (Rizgariya Neteweyî) û hwd. Wê çaxê li aliyê Xarpêt û Dêrsimê jî wekî UK/UKO hatiye binavkirin. Hevalê Ahmed bi vîn û baweriyek mezin bi tevgerê ve tê girêdan. Hevalekî wêrek û çalak e. Bi vê taybetiya xwe derdikeve pêş û di çalakiyekê de şehid dikeve.

Bakî Kan, sala 1960î hatiye dinê û sala 1986an şehîd ketiye. Wekî herêm li cihekî nêzî gundê xwe şehîd ketiye û li goristana gundê xwe hatiye veşartin. Şopên wî yên gerîlatiyê yên li wan derdoran hîn wenda nebûne. Rêhevalên wî li ser pirsa me wî wiha pênase dikin û dibêjin: “Hevalê Bakî di nav nifşa yekemîn a UKOyî ya Xarpêtê de hat perwerdekirin. Yekî pir sadiq, jîr û jêhatî bû. Pir jidil bû û pir hez ji welatê xwe dikir. Welatparêzekî çavsor bû. Te çi kar bidaya ber, wî bê îtiraz dikir. Wî qet guh neda ser daxwaz û sepandinên malbatê û xwe bi her awayî tevlî têkoşînê kir. Hevalekî wêrek, rûken û rêzdar bû…” Xuya ye ku dixwazin pir tiştan bibêjin, lê kela dilê wan qirikê li wan teng dike.

Bakî û Ahmed him gundiyên hev, him jî heval û hemsalên hev in. Li heqîqeta xwe, li çand û nasnameya xwe xwedî derketin; ji bo parastin, jiyîn û jiyandina heman heqîqetê têkoşiyan. Şehadeta Ahmed ji bo demekê ew ji hev qut kiribin jî, sala 1986an, dîsa digihîjin hev di hembêza dayikaxê de. Ewqas dem di serê re borî, lê ew hîn ciwan in û dê her tim wisa bimînin.

Kêliyek tê em xatirê xwe ji her du herdemciwanên hêja û birûmet dixwazin û berpêyî gund dibin. Rênîşekî me rezên li milê rastê rêz bûyî nîşan dide û dibêje, ji wir re dibêjin Rasta Rezan. Zinarê mezin û asê yê li wî aliyê newalê yê li hemberî rezan jî nîşan dide û dibêje, ew der jî Kevirê Hingiv e. Li gundê me jî Kevirê Hingiv heye. Li çend cihên din jî rastî heman navî hatim. Nexwe Kurdistan di heman demê de welatê mêşan û hingiv e jî.

Berî ku bigîhîjin gund em li ber zinarekî mezin ê li milê rastê sekinîn, ji erebê daketin û bi hev re derketin ser zinarekî gilover ê li milê rastê û me bi heyranî li derdorê mêze kir. Navê wî zinarî jî Toptaş ango Kevirê Gîlor bû. Dîmenekî nûwaze hebû li pêşberî me. Dema em ji wir daketin û çûn nava gund, me pirsa malbatên hevalan kir. Me xwest, em hîn bibin ku bê ka kes ji wan li gund heye yan na. Kesê ku me pirs jê pirsî jî pismamê heval Bakî derket. Me paketek şîranî û çend diyarî dan wî, em pev re çûn nav baxçe û bostanên wan. Wî jî hin sewze û mêwe wek diyarî dan me.

Em gihîştibûn dawiya vê serdana xwe. Êdî dema vegerê bû. Diviya bû ku berî daketina tariyê em xwe bigihînin navendê. Li vegerê jî me silavek da her du herdemciwanên xwe, ji her yekî parçeyek hilda dilê xwe û rêya xwe kudand.

Ji destpêka vê rêwîtiyê bigire heta dawiya wê, di her merheleyek wê de ez rastî parçeyekî xwe hatim. Hin tişt hebûn ku min ji bîr kiribûn û ji nû ve bi bîr anîn. Ev yek jî dê ji bo min bibe egera rêwîtiyek derûnî ya navxweyî û rê li ber ger û rêwîtiyên nû vebike.

Ev nivîs bixwe jî rêwîtiya di rêwîtiyekê de ye. Bi saya vê em dikarin dubare dubare biçin serdana heman aramgehê. Dikarin wan her du rêhevalan di nav xwe de bijîn û bidin jiyandin…

Û di şexsê wan de jî hemû cangoriyên Şoreşa Azadiyê…