Şaredariya Navçeya Peyasê bi hevkariya Sanatça Organîzasyon, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Şanoya Bajêr a Amedê “Şahiya Sersala Kurdî” li dar xist. Şahî li eywana ÇandAmedê pêk hat. Bi ser du hezarî re welatî beşdar bûn. Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Sîncar, Hevserokê DBPa Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl tev li şahiyê bûn. Li eywanê coş û peroşa welatiyan hêjayî dîtinê bû û bênavber dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.
‘Çand û zimanê me nexşerêya me ye’
Li eywanê cih nema û welatiyan li ser pêya li şahiyê temaşe kir. Ewilî axaftin hatin kirin. Pêşî Cîgirê Hevşaredarên Peyasê Yilmaz Guneş axivî û diyar kir ku gelê Kurd di rojên dîrokî de derbas dibe û her sersal ji bo me vejînek nû ye, sala 2025an ji bo me wê destkeftiyên nû bi xwe re bîne. Yilmaz Guneş anî ziman ku di salên dawî de li ser çand û huner û zimanê Kurdî qirkirinek berfireh berdewam dike û got: “Çi dibe bila bibe û çi qedexe hebin bila hebe wê gelê me xwedî li çand, huner, ziman û hebûna xwe xwedî derkeve. Zimanê me nasnameya me û hebûna me ye. Em ê hemû qadên jiyanê ji bo zimanê xwe bikin qadên berxwedanê. Rêveberiyên me yên xwecihî rol û misyona wan sereke ew e ku çand û ziman ji xwe re wek nexşerêyek bibînin. Lê gelê me nexşerêya me diyar dike.”
Piştre hevşaredar Bêrîvan Sîncar jî axaftinek kurt kir. Bi du axaftinan re bernameya hunerî dest pê kir. Ewilî skêça Şanoya Bajêr a Amedê derket ser dikê û skêça li ser wateya sersala Kurdî pêşkêş kir. Bi du re stranbêj Rûken derket ser dikû strî.
Piştî konsera Rûkenê, dîsa lîstîkvanên Şanoya Bajêr a Amedê bi skêça “Tîmarxane” derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêşî temaşevanan kirin. Piştre koma Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê kosgeliyê kir û ji nav temaşevanan derketin ser dikê. Herî dawî jî stranbêj Jehrmar derket ser dikê û stranên ji hev xweştir strî.
Şahî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.