Dibistana Marksîzmê ya Amedê di 1-2 û 3’yê mijdarê de bi tevlêbûna siyasetmedar, nivîskar, akademîsyen û rojnamegeran rojên Marksîzmê pêk tîne. Di van hersê rojan de panelîst bi berfirehî li ser pirsgirêkên sosyalîzmê radiwestin. Sosyalîzm di rewşa xwe ya doh, îro û siberojê de bi rengekî berfireh tê nirxandin.
Bernameya rojên Marksîzmê wiha ye:
Roja şemiyê rûniştina yekemîn ji saat 10:00 heta 12:00
Panela bi navê li Kurdistanê têkoşîna rizgariya netewî û civakî û têkiliya bi sosyalîzmê re tê nirxandin.
Ev mijdar bi moderatoriya Fîdel Ferît tê birêvebirin. Her wiha Bayram Bozyel, Şerefxan Cizîrî, Îsmet Konak û Rêber Amedî wekî axaftvan tev li vê panelê dibin.
Rûniştina duyemîn jî bi moderatoriya Alî Onur Şengol panela bi sernavê Hilberîn, Teknolojî û Otomasyon. Veguherînên çînayetî û bandora wan li ser têkoşîna çînan.
Di vê panelê de Temel Demirer, Munîr Koymen, Gultekîn Akarca û Fîdel Ferît wekî axaftvan tev li vê panelê dibin.
Rûniştina sêyemîn MASEYA GILOVER ji saat 15:30 heta 18:00
Dı vê rûniştinê de mijara di dîrokê de sosyalîzm. Sedemên hilweşîna sosyalîzmê di sedsala 19 û 20 de, xetên sosyalîzmê yên diyarkirî di sedsala 21’ê de. Ev panel bi moderatoriya siyasetmedar Sînan Çiftyurek û beşdariya kesên amadekar ên dixwazin li dora maseya vekirî biaxifin tê pêk anîn.
Roja Yekşemê
Xwecihîbûn di sedsala 21’ê de, tevgera kooperatîfan û ekonomiya hevkariyê. Ev panel bi moderatoriya Îsmet Konak pêk tê û Şamil Tuncay, Veysel Moray û Sînan Çiftyurek jî wek axaftvan tev li vê panelê dibin.
Di rûniştina duyemîn de jî panela Rizgariya Jinan, Femînîzm û Sosyalîzm. Ev panel bi moderetorya Sevda Kaplan û tevlêbûna Sîbel Ozbudun û Evrîm Konak ku wekî axaftvan beşdar dibin pêk tê.
Rûnişîtina sêyemîn jî dîsa nîqaşên li derdora maseya gilover ku hemû beşdar dikarin tev li nîqaşan bibin pêk tê. Nîqaş li ser mijara di asta global de qeyrana kapîtalîzmê ya kûr, Li Ewropa û welatên Rojava bilindbûna pêla nijadperestiyê û dijberiya biyaniyan. Her wiha alternatîfên sosyalîzmê çi ne tên nîqaşkirin. Ev rûniştina dawî jî bi moderatoriya Şerefxan Cizîrî tê lidarxistin.