Komeleya Dêrûnnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ) li avahiya SESê ya Şaxa Amedê panela “Kurd, di xebatên derûnnasiyê de” li dar xist. Di panelê de mijarên ‘Em çima li ser pirsgirêka kurd dixebitin?’, ‘Ji rêya pirsgirêka kurd ve xwendina têkiliya navbera civak û derûnnasiyê’, ‘Cihê kurdan di derûnnasiya tirkî de: Lêkolîneke analîza pênaseker’, ‘Kurd di tezên derûnnasiyê de: Lêkolîneke analîza tematîk’ hatin nîqaşkirin. Di panelê de derûnnas Ercan Şen û Kenan Alparslan li salonê bûn û dîsa derûnnas Aydin Bayad û Umît Eser jî bi bernameya Zoomê tevlî bûn.
Di panelê de bal kişandin li ser polîtîkayên asîmîlasyonê, xebatên li ser nasnameya Kkurdan hatine kirin û nêzîkatiya akademisyenên Tirkiyeyê. Xebatên akademîk ên li ser gelê kurd dema pêvajoya aştiyê sala 2013 û 2014an zêde bûn lê bi xelasbûna pêvajoyê ev xebat jî kêm bûn. Beriya pêvajoyê û çareseriyê 5 tez, pêvajoyê û çareseriyê jî 6 xebat hatine kirin.
Li Tirkiyê têkiliya akademî û kurdan
Di panele de hat diyarkirin ku di warê zanistên civakî û derûnnasiyê de, têkiliyek nêzik bi hêz û bîrdoziyên siyasî re heye ji ber wî jî dûr hatin sekinandin. Di panelê de hat destnîşankirin ku lêkolînerên ku heri zêde ji aliyê hikûmetan ve hatine cezakirin, bi taybetî ji yên ku li ser kurd û pirsgirėka kurdan dixebitin bûn.
Bername bi pirs û bersivan qediya.
