Li navçeya Rezan ya girêdayî bajarê Amedê avahiyên ku metirsiya hilweşîna wan heye hatin valakirin. Lê welatî bi serê xwe vî karî dikin.
li taxa Alî Pinarê ya navçeya Rezan ya girêdayê bajarê Amedê avahiyên ku ji 2 blokan pêk hatiye tên valakirin. Welatiyên ku ji sedî 80’ê metirsiya hilweşina avahiyên wan hene bi alîkariya vîncê alavên xwe ji mal derxistin.
Li Amed û navçeyên wê 276 avahî xisara giran dîtine
Bajarên wek Mereş, Semsûr, Dîlok, Riha, Hatay û Amed jî di nav de 10 bajar ê ku ji erdhejê bandor bûne birînên xwe bi xwe derman dikin û dipêçin. Tê gotin ku heta niha ji avahiyên ku hatine dîtin 276 avahî di rewşeke xirab de ne.
Avahiyên ku li Amedê û navçêyên wê xisar dîtine
Li gorî daneyên ne fermî avahiyên ku li Amed û navçeyên wê zirareke mezin dîtine 276 avahî ne. Li navçeya Rezan 90 avahî, li Peyasê 50, li Surê 52, li navçeya Bajarê nû 40, Erxenî 1, Çinar 11, Çermûg 20, Çûnguş 1, Hênê 9 û li Licê jî 2. Ji ber ku xerbatên tespîtkirina xisarên li avahî û malan bûye hîna berdewam dikin dibe ku ev hejmar gelekî zêdetir jî bibe.