12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê nanek bû bi 8 TL’yan

Nanê pîde yê 400 gram ku li Amedê bi di van rojên dawî de bi 7 TL’yan dihat firotin careke din buhayê nan zêde bû û êdî bi 8 TL’yan tê firotin.

Konfederasyona Esnaf û Pîşekaran a Tirkiyeyê (TESK) terîfeya fiyetên nû parve kir. Li gorî terîfeya nû, nanê pîde yê 400 gram ku bi 7 TL’an dihat firotin bû 8 TL. Her wiha heqdestê pehtina nanê malê jî bû 3 TL.

Li gorî lîsteya bihayên nû, nanê pîde û lawaşê yê 400 gram û nanê genim ê 400 gram bûn 8 TL, nanê Amedê yê 800 gram bû 12 TL, 100 gram simît û kulîçeyên mîna wan bûn 5 TL, heqdestê pehtina lehmecûnên a ku bi 0,70 gram bû 4 TL, heqdestê pehtina nanekî malê bû 3 TL, nanê somin ê 200 gram bû 4 TL, cureyên nanên bi gulî bûn 4 TL û nanê tost û hamburgeran ê 100 gram jî bû 2 TL.

Herî dawî di cotmeha 2022’yan de li Amedê ji bo nan zam hatibû kirin û bihayê nan ji 6 TL’an derketibû 7 TL’an.