12 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê Meclisa Kirmanckî hat ragihandin

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Meclisa Kirmanckî îlan kir. Hevseroka MEd-DERê Şukran Yakut diyar kir ku ew ê têkoşîna ji bo ziman berfireh bikin

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) li Amedê li Salona Konferansê Tahîr Elçî ya Baroya Amedê Meclisa Kirmanckî îlan kir.

Hevseroka MED-DERê Şukran Yakut daxuyanî xwend. Şukran Yakut diyar kir ku zimanê kirmanckî di bin bondora tunebûnê de ye û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê dijî polîtîkayên bişaftinê 18 ziman li ber windabûnê ne. Zimanê kirmanckî jî yek ji wan e. Têkoşînên sazî û dezgehên ji bo kirmanckî kêm in. Divê têkoşîna berfireh were dayîn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27ê sibatê baneêk dîrokî kir û daxwaza xwe rêxistinkirinê kir. Em vê yekê baş dibînin û em dest bi gava rêxistinkirinê dikin. Meclisa Kirmanckî îlan dikin. Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê em ê di nav têkoşînê de bin. Ji bo hişmendiya zimane kurdî pêş bikeve em ê bi welaten din re di nav têkiliyan de bin.”

Paşê Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Akdenîz axivî û da zanîn ku dewlet bi polîtîkayên bişaftinê dixwazê zimanê kurdî tune bike û wiha axivî: “Divê em zimanê xwe yê zikmakî biaxivin. Banga Rêberê Gelê Kurd gelek giring e. Têkoşîna me piştgiriyaa bangê ye.”

Dawiyê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun axivî û diyar kir ku yê ku spasiya kesên ku keda wan di avakirina meclisê çûbêne, kir û wiha axivî: “Îro kirmanckî di bin talûkê de ye. Ji bo vê avakirina vê meclisê pewîst bû. Xwezî zimanê me hatiba axaftin û îro hewxeyî bie mecliseke wiha ne çênebûya.”

Daxuyanî bi gerandina govendê bidawî bû.