Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşma “Ber bi bajarên jinan ve” konferansek li Çand Amedê li dar dixe. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên partiyê siyasî û saziyên sivîl beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de dê gelek mijar bên nîqaşkirin. Mijarên ku bên nîqaşkirin ev in; “Bajarên jinan û azadî tê çi wateyê?”, “Di avakirina bajarên jinan de peywîrên me çi ne”, “Bajarên jinan tên çi wateyê?” Her wiha jinan di konferansê de bal kişandin ser girîngiya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û rol û mîsyonan jinan.
Bername ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
