Endamê Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder piştî 18 rojên li nexweşxaneyê di 3yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. DEM Partiyê li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê li avahiyên xwe ji bo Sirri Sureyya Onder şîn danîbû. Ev 3 roj in li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê şîn hatibû danîn û bi deh hezaran welatî serdana şînê kirin.
Şîna li Amedê ku ev sê roj bûn didomiya, bi dayîna mewlûdê qediya. Di mewlûdê de endam û rêveberên DEM Partî, DBPê, partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, hevşaredarên navçeyên Amedê, rêxistinên sivîl û gelek welatî amade bûn.
Mewlûd li pêşiya avahiya DEM Partiyê hat danîn. Wenêyen Sirri Sureyya Onder hatin daliqandin. Ji bo Sirri Sureyya Onder dua û fatîha hatin xwendin û loqim û helaw hat belavkirin.
Piştî dayîna mewlûdê şîn bi dawî bû.