12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

22 jin hatin binçavkirin

Li Tirkiyeyê qirkirina siyasî ya li ser jinan didome. Hikûmeta AKP-MHP’ê ji aliyekî ve vekişîne Peymana Stenbolê meşrû dike, ji aliyê din ve jî li Kurdistanê binçavkirin û tundiya li ser jinên siyasetmedar, dayîk û rojnamegeran didomîne.

Li navçeya Peyasê ya Amedê polîsan di saetên sibê de, bi ser Komeleya Jinan a Rosa û gelek navnîşanan de girtin. Di operasyona serdegirtina Komeleya Jinan a Rosa û gelek navnîşanan de, nûnerên patiya siyasî jî di nav de 22 jin binçav kirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdîaya “Di bin navê xebata qanûnî de, cihê xwe di xebata jinan a rêxistinê de girtin, hevdîtinên rêxistinî kirin, meş û civîn li darxistin” derbarê 33 jinan de biryara binçavkirinê da.

22 jin bin çav kirin

Di serdegirtina malan de, heya niha Aktivîstên TJA’yê Zelal Bîlgîn û Sevîm Bîçîcî, Hevşaredara Çinarê Necla Tamrîş, Endama MYK’a DBP’ê Zeynep Uren, Hevseroka DBP’ê ya Bajêr Seval Gulmez, şêwirmenda parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun Gurbet Ozel, nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer, Dayika Aştiyê Nezahat Tekke, endama Akademiya Jinan a Amedê Fîgen Aras, Hevseroka HDP’ê ya Peyasê ya berê Besîle Narîn, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Bahar Karakaş Ûlûg, Şehrîban Zogûrlî û Ruken Bekalp, Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Kan, endama MYK’a Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok, Nûrşen Akbal, Sekretera Jinan a berê ya Şaxa Sendîkaya BTS’ê Bahar Karakaş Ulûg, Sevîm Bîçîcî, Nûrşen Akbal, Ayşan Kanuş Zengin û Leyla Akgul jî di nav de 22 jin hatin binçavkirin.

 Ok di hepsa malê de hat binçavkirin

Hat hînbûn ku endama MYK’a Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Satiye Ok a hat binçavkirin, di hepsa malê de bû. Ok di hepsa malê de hat binçavkirin.

Lêgerîn didome

Polîsan ku di saet 06.00’ê sibehê bi ser Komeleya Jinan a Rosa de girtî; deriyê saziyê şikandin, pergala zengê jê kirin û bêyî ku agahiyê bidin tu rêveberiyeke dest bi lêgerînê kirin. Hat diyarkirin ku polîsan ewil hemû alavên di komeleyê de belav kirine û dûre sererast kirine. Lêgerîna polîsan a li komeleyê hîna jî dewam dike. AMED