12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê Fûara Tûrîzm û Gastronomiyê

Selman Çîçek

2’yemîn Fûara Tûrîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê li bajarê dîrokî Amedê derabeyên xwe vekir û rastî eleqeyeke mezin hat. Li Fûarê hem tûrîzm hem çand û xwarina bajaran hat pêşandan.

Li Amedê di navbera 23 û 26’ê gulanê de li Navenda Fûar û Kongreyê ya Mezopotamyayê 2’yemîn Fûara Tûrîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê ku bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Fûarên Mezopotamyayê hate lidarxistin. Fûar sê rojan berdewam kir û rastî eleqeyek mezin hat. Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên gelek rêxistinên saziyên sivîl beşdarî fûarê bûn. Armanca fuarê ew bû ku çêjên herêmî, cil û berg ên gelek herêman pêş bixin.

Beriya axaftina vekirinê konsera solo ya piyanoyê ya solîstên Koma Muzîkê ya Ma Muzîkê Welat Tayfur û Sarya Ertaş pêk hat. Piştî konserê Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya û hevşaredarê DEM Partiyê axivîn.

Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya di axaftina xwe de der barê fûarê de agahî da û ev tişt anî ziman: “Li fûarê 104 eyalet, navçe û nûnerên şîrketan standên xwe vekirin. Ev cara duyemîne ku em fûareke bi vî rengî li dar dixin.” Kaya diyar kir ku ew kêfxweş in ku li fuarê mazûvaniyê ji şaredarên hatine hilbijartin re dikin û nerazîbûn nîşanî pêkanînên qeyûm da.

Bila bibe pêşangeheke civakî 

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal bal kişand ser girîngiya dîrokî ya fûarê û destnîşan kir ku ji bo bilindkirina hişmendiya exlaqî û polîtîk berpirsyariyeke wan heye û wiha got: “Ji bo me hîlala bi bereket wê ti carî di navbera rûpelên dîrokê de asê nemîne. Ev fûar xwedî wê hêzê ye ku aştiya civakî û edaletê misoger bike.”

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî diyar kir ku fûara gastronomiyê ya Mezopotamyayê bi perspektîfa jinê dewlemend bûye û wiha axivî: “Ji bo pêşketina hemû çavkaniyên vê erdnîgariyê berpirsyariyeke me ya mezin heye. Di pêşketina tûrîzmê de girîng e civak li cihekî ku mijar e bê dîtin. Divê em çanda demokratîk a vê erdnîgariyê ji bîr nekin. Li vê derê em dixwazin bi hemû dînamîkên bajêr re bi perspektîfên rast li hev bicivin. Werin em bi hemû bajarên herêmê re bi hev re tûrîzmê bi pêş bixin.”

Piştî axaftinan protokolê kurdeleya li ser dikê qut kir û stand hat vekirin. Piştre stand hatin ziyaretkirin. Eyaletên beşdarî fûarê bûn bal kişandin ser berhemên xwe yên herêmî û hem di warê gastronomî û dîtbarî de cejn pêşkêşî beşdaran kirin. Şaredariyên wekî Mêrsîn, Wan, Cizîr, Amed, Êlih, Çinar, Farqîn, Mêrdîn, Îdir, Dêrsim ku tevlî fuarê bûn, bi dayîna agahiyên li ser bajar û cihên turîstîk hatin nasandin.Şaredariya Cizîrê bi dengbêjên xwe reng li fûarê zêde dikir, Şaredariya Wanê bi dîtbarî berhemên mîna dexlakirina xalîçeyê û hiriyê pêşkêş kir.