28 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amed û Wanê damezranina PKKê hat pîrozkirin

Platforma Saziyên Demokratîk ên Amed û Wanê, damezrandina PKKê di şahiya “Aştî û Civaka Demokratîk” de pîroz kirin. Ciwanên Amedê pankarta “Ji Fîsê heta Îmraliyê bi rihê hevaltiya Hakî ber bi welatê azad ve, vejîn pîroz be” vekirin.

Bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk ve şahiya “Jinûve avabûna civaka demokratîk” li Parka Şeyh Şamîl a li navçeya Rezanê ya Amedê hat lidarxistin. DEM Partî ya Amedê û navçeyên wê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên civakî û gelek kes tev li şahiyên bûn.

Girse li Parka Şeyh Şamîl kom bûn û dest bi govendê kirin. Li wir ewilî Hevserokê DEM Partiyê Abbas Şahîn axivî û diyar kir ku xeyalek bû rastiya gelekî û got: “Ev xeyal îro bûye civaka demokratîk. Berî 100 salan xwestin gelê kurd tune bikin. Lê îro gelê kurd demokrasiyê li cîhanê belav dike. Birêz Abdullah Ocalan ev yek pêk anî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga 27ê Sibatê re deriyê aştiyê vekir û pêşiya kuştinê girt. 52 sal berxwedanek hat dayîn, ev berxwedan ji bo mafê mirovan pêk hat. Îro rojekî dîrokî ye. Bi saya vê rojê em hatin wan rojan.”

Piştî axaftinê xwendekarên Amedê bi meşelayan û pankarta “Ji Fîsê heta Îmraliyê bi rihê hevaltiya Hakî ber bi welatê azad ve, vejîn pîroz be” vekirin. Di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.

Li Wanê şahî hat lidarxistin

Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) li eywaneke dawetê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê şahiya “Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xist. Di eywanê de posterêk mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên mezin ên kesayetên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd, Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hatin daliqandin. Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêveberiyên navend û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, rêxistinên saziyên demokratîk û gelek kes din beşdar bûn.

Şahî, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di rêzgirtinê de marşa Çerxa Şoreşê hate xwendin û kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. Piştî rêzgirtinê sînevîzyonek bi boneya salvegera 47emîn a damezrandina PKKê hate nîşandan.

Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî di şahiyê de axivî û behsa pêvajoya aştî û civaka demokratîk kir. Veysî Dîlekçî got: “Ev pêvajo bi berxwedaneke mezin dest pê kir û em niha di qonaxa azadiyê de ne. Divê em vê têkoşîna azadiyê hîn xurttir bikin. Ji niha û pê ve, divê em hemû ji bo azadiyê bixebitin. Avakirina jiyaneke azad barekî giran li ser milê me ye. Berî her tiştî, em ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bixebitin.”

Piştre parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê axivî û ev tişt got: “Cejna Vejînê li hemû gelê me pîroz be. Li hemberî berxwedana bi salan, her peyv, her fîlm, her stran kêm e. 47 sal berê, tovên jiyanê îro ji hêla rêzdar Abdullah Ocalan ve hatin çandin. Divê her kolan, her tax komuna xwe ava bike. Birêz Ocalan 27 sal in di hucreya xwe ya 12 metrekare de li ber xwe dide. Rêzdar Ocalan dibêje, ‘Ez nikarim razêm û ez şev û roj dixebitim da ku vê pirsgirêkê çareser bikim.’ Divê em ji bo aştiyê şev û roj bixebitin. Divê dewlet jî gavên şênber biavêje û divê di serî de rêzdar Ocalan hemû girtiyên siyasî bên berdan. Her wiha divê em jî yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin.”

Piştî axaftinan girseyê govend gerand û şahî bi dawî bû.