Şaxa Amedê ya Êlihê û xizmên windayan di hefteya 872yan a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya li navçeya Rezan kom bûn. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Hamza Arslanoglu hatin pirsîn ku 25ê cotmeha 1995an li Amedê ji aliyê endamên JÎTEMê ve hat revandin û piştre hate windakirin.
Piştî daxuyaniyê, ji bo kesên ku bi rengekî veşartî hatine qetilkirin û windayan, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
Êlih
Li Êlihê jî çalakiya ÎHD û xizmên windayan di hefteya 708an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan hate lidarxistin. Di çalakiyê de aqûbeta Nazim Gulmez hate pirsîn ku 15ê cotmeha 1994an li gundê Taşitli yê navçeya Xozat a Dersimê piştî ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hat binçavkirin, êdî agahî jê nehat wergirtin. Rêveberê ÎHDê Zana Yucel Bozkurt çîroka Gulmez xwend.
Piştre çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
Colemêrg
Endamên ÎHDê û xizmên windayan li Kolana Huner a li navçeya Gever a Colemêrgê ji bo kesên ku ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatine windakirin hatin ba hev. Xizmên windayan wêneyên windayan û pankarta “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” hildan. Aqûbeta Abdulkerîm Yurtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş hat pirsîn ku 27ê cotmeha 1995an hatin windakirin.
Piştre çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
