Nûnerên gelek saziyên êzidiyan ên li dîasporayê di navbera 13 û 14ê Îlona 2025an de li bajarê Hannover ê Almanyayê konferansek lidar xistin. Konferans bi sernavê ‘Bi diyalogê ber bi guhertin û jinûve birêxistinkirin û sazîbûnê’ bi beşdariya 500 kesî pêk hat û 2 rojan dewam kir.
Ji bo konferansê ku di heman demê de weke konferanseke diyaloga navbera êzidiyan jî hate pênasekirin, ji Komîsyona Azadiyên Olî ya Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Parlamenta Almanyayê gelek mêvan jî amade bûn. Ji Şengalê jî berdevka TAJÊ peyameke bi dîmen ji konferansê re şand.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên fermanê, Dr. Xelîl Cindî axaftina destpê kir û piştre Şaredara Bajarê Hannoverê Monîka Plate axivî û kêfxweşiya xwe ya ji ber malovaniya ji konferansê re anî ziman.
Yek ji mêvanên konferansê jî Cîgirê Serokê Parlamenta Ewropayê Bodo Ramalow bû. Ramalow qala trajediya Fermana 3ê Tebaxê kir û bal kişand ser girîngiya naskirina qirkirinê ji aliyê Almanyayê ve.
Konferansê 2 rojan bi rêya panelan dewam kir û rewşa êzidiyan a berî û piştî fermanê hate nirxandin. Bi taybetî jî rewşa êzidiyên li Şengalê, Rojava, Bakurê Kurdistanê û Kafkasyayê bi berfirehî hate nîqaşkirin û ji bo çareseriya pirsgirêkan pêşniyar hatin kirin.
Di encama konferansê de Kongreya Êzidiyên Dîasporayê bi navê (KÊD) hate damezrandin. Ji bo kongreyê jî 55 endam hatin diyarkirin ku li gorî her herêmeke li dîasporayê kota hate destnîşankirin. Têkildarî armancên KÊDê jî hate destnîşankirin ku wê bi pirsgirêkên êzidiyên li derveyî welat re eleqedar bibe, çareseriyan peyda bike û hewl bide diyalogê xurt bike.
Her wiha wê li her welatê ku êzidî lê ne hewl bide êzdatiyê bide naskirin û li wan welatan bi rengekî fermî bide qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de biryar hate dayin ku li Almanyayê perestgeheke olî bê avakirin.
Di konferansê de ji bo jinûve avakirina Şengalê jî biryar hate dayin ku konferansek bê lidarxistin. Her wiha hate destnîşankirin ku ji bo statuya Şengalê bê naskirin wê têkoşîn bê kirin. Ji bo vegera êzidiyên Serêkaniyê û Efrînê li warê xwe jî wê hewl bê dayin. Konferans diyarî cangoriyên 74 fermanan hate kirin.
Êrîşa li ser çapemeniyê şermezar kirin
Di vê navberê de di dema lidarketina konferansê de xwepêşandanek ‘komeke nerazî’ li cihê konferansê hate lidarxistin. Di dema vê xwepêşandanê de hin kesan êriş birin ser nûçegihanên Çira TV ên konferans û çalakî dişopandin. Koordînasyona Civaka Êzidiyên li Ewropayê (KCÊ-E) ku nûnerên wê ji beşdarên konferansê bûn, li ser vê êrişê daxuyaniyek da û êrişa li ser çapemeniyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li gorî felsefeya baweriya êzidiyan tundiya li hemberî bawerî û fikrekî cuda nayê qebûlkirin. Di daxuyaniyê de bang li civakê û derdorên pêwendîdar hate kirin ku di vê mijarê de hesas bin û li hemberî meylên tundiyê helwestê nîşan bidin.