Êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava li bajarên Frankfûrt, Kîel û Aachen ên Almanyayê bi çalakiyan hate protestokirin.
Kurdistaniyên li Frankfûrt, Maînz, Gîessen, Hanaû, Offenbach, Darmstadtê û derdora wê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên artêşa Tirk ji stasyona trenê ya Frankfûrtê heta Haûptwacheyê meşiyan.
Çalakvanan gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî PKK” berz kirin û pankarta “Dawî li dagirkeriyê bînin, bomberdûmanê rawestînin” hilgirtin.
Çalakî piştî xwendina peyamên saziyan bi dawî bû.
Li bajarê Kîelê bi pêşengiya Defend Kurdistan û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM çalakî hat lidarixstin û êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava hate protestokirin.
Di çalakiya ku li ber stasyona trenê ya navendî hat lidarxistin de banga hevgirtinê hat kirin.
Çalakiya li bajartê Aachen
Kurdistaniyên li bajarê Aachenê jî li Elîsenbrûnnenê li hev civiyan û êrîşên dewleta tirk bi çalakiyeke protesto kirin.