Li Almanyayê bi tevlêbûna 3 hezar endamên hêzên ewlekariyê li dijî hewldanên darbeyê operasyon pêk hatiye. Di vê operasyona serdagirtinê de 25 kes hatine binçavkirin.
Hêzên Ewlekariyê yên Almanyayê îro serê sibehê seat 06.00’an bi tevlêbûna 3 hezar endamên hêzên ewlekariyê hemwext girtin ser gelek mal û navnîşanan, bi giştî girtin ser 137 cihan. Hêzên ewlekariyê ji 52 kesên ku li wan digeriyan 25 kes binçav kirin.
Li gorî heman çavkaniyan di nava kesên ku hatine binçavkirin de endamên tevgera radîkal a Reichsbürger (Welatiyên Reich) jî hene ku ji ber êrîşên tund û teoriyên komploya nijadperest ev demeke dirêj e di bin çavdêrî û şopandina polîsên Almanyayê de ye.