18 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Afgenistanê 3 parêzvanên serokê ewlehiyê hatin kuştin

Di navbera parêzvanên serokê ewlehiyê yê wîlayeta Panceşêrê Abdul Hamid Xorasanî û hêzên Eniya Berxwedanê ya Afganistanê ya dijber de şer rû da û di encamê de 3 parêzvanên Xorasanî hatin kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Afganistanê ya Herat ragihand ku ev ne cara yekemîn e ku hêzên Eniya Berxwedana Niştimanî ya Afganistanê êrişî karwanê Xorasanî dikin.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Afganistanê, di 28’ê çileyê de karwanê Abdul Hamîd Xorasanî bêyî ku birîndar bibe hat hedefgirtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku geliyê Panceşêrê tekane herêma li Afganistanê ye ku ji hêla Tevgera Talîbanê ve nehatiye desteserkirin.

Fermandarê leşkerî û siyasî Ahmed Şah Masûd hîna pêşengiya hêzên Eniya Berxwedanê ya Niştimanî ya li dijî Tevgera Talîban li wîlayeta Panceşêrê dike.