12 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Afganistanê 2 hezar û 200 kes ji ber erdhejê mirin

Hejmara qurbaniyên erdheja Afganistanê derketiye 2 hezar û 200î mirî û 3 hezar û 400 birîndarî. Herwiha 6 hezar û 700 mal bi temamî rûxiyane. Xebatên rizgarkirinê hîn jî didome.

Rayedarên Afganistanê îro ragihand ku di encama erdheja li rojhilatê Afganistanê çêbû de hejmara qurbaniyan zêde bûye. Li gorî rayedaran hejmara miriyan derketiye 2 hezar û 200 kesî, hejmara birîndaran jî derketiye 3 hezar û 400 kesî. Di heman demê de 6 hezar û 700  mal li herêmên Konar û Nenkerhar bi temamî rûxyane.

Tîmên rizgarkirinê hîn jî xebatên xwe didomînin. Li gundên di herêmên çiyayî de li kesên sax mane digerin. Hat diyarkirin ku tîmên rizgarkirinê ji ber hilweşîna zêde ya di erdê de zehmetiyan dikşînin.

Neteweyên Yekbûyî li ser mijarê ragihand ku gengaz e hejmara qurbaniyan zêdetir bibe û hişyarî da ku hîn jî kesên di nava bermahiyan û cihên rûxiyayî asê mane de, hene. Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku pêwistî gelekî zêde ne û her diçe zêdetir dibin.

Xaça Sor a Navneteweyî jî li ser mijarê da zanîn ku erdhejê bandor li derdora 84 hezar kesî kiriye. Ên hatine rizgarkirin jî mal û hemû tiştên tê de winda bûne. Niha jî di rewşeke jiyanî ya zehemt de di nava bêimkaniyan de jiyana xwe derbas dikin. Ne derman, ne cih û ne madeyên xwarinê nayên peydakirin. Bangên navneteweyîyên lezgîn ji bo alîkariyan hîn jî didomin.