11 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Gel li 4 bajaran daketin qadan

Gelê Hesekê, Helebce, Qelediz û Şengalê ji bo piştevaniya şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan û êrîşên komên çeteyan şermezar kirin.

Şêniyên Hesekê li ber baregeha Hevpeymaniya Navneteweyî ya li taxa Xiwêran xwepêşandanek li dar xistin û êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin.

wepêşandan li çerxerêya El Newar dest pê kir û ber bi derdora baregeha Hevpeymaniya Navneteweyî ya li taxa Xiwêran ve çû. Xwepêşanderan daxwaza rawestandina êriş û komkujiyan kirin û bang li hêzên navneteweyî kirin ku destwerdan bikin da ku sivîlan biparêzin û êriş û binpêkirinan rawestînin. Piştî ku girseya gel gihişt ber baregeha Hevpeymaniya Navneteweyî, li ser navê girseyê Berfîn Ehmed axivî û bang li hêzên navneteweyî kir ku tavilê destwerdanê bikin da ku komkujî û binpêkirinan rawestînin.

Gelê Başur jî daketin qadan

Li Qeladizê, Şengalê û Helepceyê jî gel daketin qadan û êrişên çekdarên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd şermezarkirin. Li Parka Şar ya navçeya Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn û  Gelê Ereb û Êzidî yên Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclîsa Xweser û demokratîk a Şengalê (MXDŞ) çalakiyên  piştevaniya berxwedana gela û Hêzên Ewlekariya Hundirî ya li Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Gelê Ereb û Êzidî yên Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclîsa Xweser û demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li dijî êrişên çeteyên HTŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk û bi erêkirina hêzên navnetewî meşiyan.

Piştî meşê li ser navê TAJÊ û MXDŞê daxuyanî dan. Hevserokê MXDŞê Nayîf Şemo têkildarî êrişên li ser taxên kurdan wiha got: “Ev çend rojin li van her du taxan diqewime  tenê operasyonên leşkerî nînin. Ev planeke rêxistinkirî ya dijî hebûna Kurd û Êzidiyane. Ev plan hewl dide vîna xelkê wir bişkîne û bi darê zorê demografyayê biguhere. Ya li wir tê kirin, binpêkirineke eşkere ya qanûnên navnetewî û miroviye. Her wiha ev li dijî nirxên jiyana hevpare.’’

Li Qeladizê jî Çalakvan Bekir Mehmûd daxuyanî da û got: “Em îro hemû yek helwest û yek dengin. Bi can û ruh piştgevaniya Rojavayê Kurdistanê dikin. Çeteyên Hikûmeta Şamê bi hevkariya gelek koman êrişî sivîlên li van taxan dike. Armanca van êrişan dagirkirin û komkujiya gelê Kurd yên li Helebê ye.”

Li Helebce ji bo piştevaniya bi berxwedana li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê banga xwepêşandanên mezin ya roja Duşemê bêlidar xistin, hate kirin.