12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li 3 bajarên Kurdistanê OHAL

Di rojên dawî de qexeyên li bajarên bakurê Kurdistanê zêde dibin. Walîtiyên Amed, Mêrdîn û Şirnexê ji bo 15 rojan Herêmên Ewlehiya Taybet ku weki rewşa awarte (OHAL ) ye ilan kirin.

Piştî walîtiya Şirnexê 15 roj OHAL îlan kir, Walîtiya Mêrdîn jî li herêma Bagokê û herî dawî Walîtiya Amedê jî  li navçeya Pîranê Herêmên Ewlehiya Taybet ku dişibe rewşa awarte (OHAL) îlan kir.

Di 28’ê Tebaxê de Walîtiya Şirnexê, gelek qadên girêdayî navendê û navçeya Silopiya, Basa, Qileban û Elkê heya 15 rojan wekî “herêma ewlehiya taybet”îlan kirin. Di nava van qadan de hin deverên girêdayî Besta, Gabar, Cûdî û Faraşînê jî hene. Qedexe wê heya 13 Îlonê bidome.

Di 31’ê tebaxê de Walîtiya Mêrdînê li Bagokê herêm ji çûn û hatinê re qedexe kir û dest bi operasyona leşkerî kir. Walîtiya  Mêrdînê 8 gund û qadên çoltarê ji bo 15 rojan weke “Herêma Ewlehiya Taybet” îlan kir. Piştî biryarê jî li herêmê liv û tevgereke zêde ya leşkerî çêbû. Serê sibehê saet derdora 05.30’an jî qada Xirbê Xelo yê li çoltarê Çiyayê Bagokê bi balafirên şer hate bombebarankirin. Piştre jî 3 herêm bi helîkopteran hatin hedefgirtin.

Di 1’ê Îlonê Roja aştiya Cîhanê de jî Walîtiya Amedê ji bo navçeya Pîranê ya Amedê ji bo 15 rojan herêm qedexe kir. Walîtiya Amedê daxuyanî da û diyar kir ku li 3 gundên Pîranê yên Amedê di navbera 03’ê Îlon û 17’ê Îlona 2024’an de ji bo 15 rojan Herêma Ewlehiya Taybet ku dişibe OHAL’ê îlan dike.