12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li 27 welatên YE’yê hilbijartinên parlamentoyê tên kirin

Hilbijartinên giştî yên Yekîtiya Ewropayê yên ji bo nûkirina Parlamenta Ewropayê (PE) ku wê 4 roj bidome, li Hollandayê destpê kir.

Îro li 27 welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê, hilbijartina 720 endamên Parlamenta Ewropayê destpê kir.

Li Hollandayê hilbijêr ji saet 7.30’an û pê ve çûn ser sindoqan. Maratona hilbijartinê wê roja Yekşemê bi dawî bibe. Dengdana li Elmanya, Fransa û Belçîkayê ku du hêzên herî mezin ên aboriyê yên bloka Yekîtiya Ewropayê ne, wê roja Yekşemê pêk were.

Di hilbijartinên PE’yê de, her çiqasî parçe be jî tê payîn ku nîqaşên rastgirên netewperest serdest be. Hema hema du sal û nîv piştî destpêkirina dagirkirina Rûsyayê ya li Ûkraynayê û di demekê de ku YE’yê ji bo peydakirina fona ji bo xurtkirina pîşesaziya xwe ya parastinê têdikoşe, 370 mîlyon Ewropayî di nava rewşeke zehmet de berê xwe didin ser sindoqan. Welatên mezin ên Yekîtiya Ewropayê îdîa dikin ku ew bûne hedefa êrîşên dezenformasyonê yên Rûsyayê.

Li gorî anketan, tê payîn ku Partiya Gel a Ewropayê (EPP) ku ji partiyên rastgir û rastgirên navendî pêk tên hêza siyasî ya pêşengî bidomîne û piştre jî Sosyal Demokratan di rêza pişt wan de be.

Asta tevlîbûna hilbijartinan wê ji nêz ve bên şopandin. Di sala 2019’an rêjeya beşdarbûnê ji sedî 50 derbas kiribû.