Tirkiye li dijî şaneyên DAIŞê dest bi operasyona kir. Di operasyona li Yalovayê de gelek polis birîndar bûbûn û ji wan 3 polîs jiyana xwe ji dest dabûn. Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya der barê operasyonên ku tên kirin de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û got: “Li 21 bajaran bi hemdemî operasyon hat destpêkirin û di van operasyonan de 357 kes hatin binçavkirin. Operasyon li Edene, Agirî, Enqere, Antalya, Çewlik, Çorûm, Denizlî, Erzîngan, Dîlok, Gîresûn, Stenbol, Kastamonû, Kilîs, Konya, Mugla, Nîgde, Osmaniye, Riha, Şirnex, Yalova û Wanê pêk hat.”
