Hevberdevka Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Edanûr Îbrahîmoglû di daxuyaniya 7ê Kanûna 2023yan de rastî tundiya polîsan hatibû. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê jî di 8ê Kanûna 2023yan de bi daxuyaniyekê tundiya polîsan şermezar kiribû. Nûçegihana JINNEWSê Elfazî Toral û rojnameger Sema Korkmaz ku daxuyanî dişopandibûn û welatiya bi navê Edanûr Baydogan di vê daxuyaniyê de hatibûn derbkirin û binçavkirin.
Der heqê her 3yan de bi îdiaya “Bêçek tev li civîn û meşên li dijî qanûnê bûne û tevî hişyariyê jî belav nebûne” îdianame hate amadekirin. Îdianame, ji hêla 25emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê ve hate qebûlkirin. Di îdianameyê de ji bo daxuyaniya têkildarî Edanûr Îbrahîmoglû îdiaya “bi propagandaya rêxistinê re dê çalakiyên provokatîf bihatina kirin (…)” hate kirin. Her wiha hat îdiakirin ku girse tevî “hişyariyê” jî belav nebûye.
Her wiha di îdianameyê de pankarta “Rewşa me pir biqudret e” ku di destê Edanûr Baydogan de bû weke “sûc” hate nîşandan. Ji bo rojnameger Sema Korkmaz jî îdiaya ku bi girseyê re meşiyaye hate kirin.
Di îdianameyê de ji bo rojnameger Elfazî Toral jî hate gotin ku bi kameraya di destê xwe de dîmen kişandiye. Lê belê nehate gotin bê Elfazî Toral çima hatiye binçavkirin. Hate îdiakirin ku di dema binçavkirinê de Elfazî Toralê li dijî polîsan “li ber xwe daye.”
Di beşa nirxandinê ya îdianameyê de ji bo Sema Korkmaz û Edanûr Baydogan berzkirina dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” weke “sûc” hate nîşandan. Dozgerî xwest ku Edanûr Baydogan û Sema Korkmaz bi îdiaya “Bêçek tev li civîn û meşên li dijî qanûnê bûne û tevî hişyariyê jî belav nebûne” bên cezakirin.
Ji bo Elfazî Toralê jî îdiayên weke “Bêçek tev li civîn û meşên li dijî qanûnê bûne û tevî hişyariyê jî belav nebûne” û “ji bo peywirê nede kirin li ber xwe daye” hatin kirin.