Endama Polîtbûroya Eniya Rizgariya Gel a Filistînê ( ERGF) Leyla Xalid peyam ji siyasetmedar Aysel Tugluka ku teşhîsa demansê li ser hat danîn lê dîsa jî nayê berdan, şand. Peyama Xalid ji aliyê insiyatifa ”Ji bo Aysel Tugluk 1000 îmze” ve hat weşandin.
Xalid di peyama xwe de bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî dadê, mafê mirovan tevbigere û wiha bang kir: ”Aysela delal, em jinên filistînî, hezkirina xwe ji we re dişînin û piştevanê we ne. Em hêvî dikin di demeke kurt de li gel hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê hûn azad bibin. Bila moralê we geş be. Hûn ê azad bibin.”
Şoreşgera filistînî Leyla Xalid di sala 1969’an tev li çalakiya revandina balafirê bû û navê xwe bi vî awayî belav kiribû. Salek şun de careke din heman çalakiyê dubare dikin. Xalida ku yek ji militana Eniya Rizgariya Neteweyî ya Gel a Filistînê bû niha di Konseya Neteweyî ya Filîstinê de cih digre.