12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leyla bûn hezar

Jina şoreşger Leyla Qasim bi têkoşîn û helwesta xwe mohra xwe li dîroka kurd û Kurdistanê xist û ji bo hemû jinên kurd bû pêşenga têkoşînê. Îro jî bi hezaran Leyla têkoşîna doza azadiyê dimeşînin.

Di dîroka kurd û Kurdistanê de hin kesayet hene ku mohra xwe li dîrokê xistine û bi sekna xwe rûpelên dîrokê neqişandine. Yek ji wan kesayetan jî jina şoreşger Leyla Qasim e.  Li gorî agahiyên ji hin çavkaniyan hatine bi destixtin jiyan û serpêhatiya Leyla Qasim û sekna wê gelekî balkêş e. Dema em bala xwe didinê Leyla Qasim di nav hevalên xwe de ji yekî hez dike ku navê wî Cewad e. Ew hertim bi hev re dixebitîn. Leylayê bi hevkariya Cewadî Yekitiya Qutabî yên Kurdistanê ya di bin serokatiya Adil Muradî da nasîn û wekî endam tevî wan bû û her bi piştgiriya Cewadî, tevî refên pêşmergeyan dibe.  Jiyan wê ya şoreşgerî wiha dest pê dike.

Lê belê li aliyê din jî li Zanîngeha Bexdayê evîna Cewad û Leylayê di nava xwendevanên kurd û yên din de pêşverûtiya bîr û ramanên Leylayê ji heval û dostên wê re da îsbatkirin. Herçend bû Cewad xwendevanê zanîngehê nebû û karkerê fabrîkaya zeytê bû, wê ew wekî hevalê jiyana paşerojê hilbijartibû. Leylayê bi wan xebatên xwe îspat kir ku di şoreşê de û di civakê de jin dikarin li rex mêran û mil bi milên wan têbikoşin û li doza xwe xwedî derbikevin.

Leyla Qasim û Cewad ku xwedî baweriyeke mezin bi doza neteweya xwe bûn, di sala 1974’an de bi hev re gotarek li ser rewşa civakzanistî ya kurdan nivîsî û li derfetekê digeriyan ku gotara xwe biweşînin û di nava gelê de belav bikin. Lê destpêkirina şerî ji nû ve û girtina wan bû sedema hindê ku gotara wan ji aliyê sîxurên Beesê ve hat wenda kirin. Piştî xebata salên dijwar û giran di 11’ê adara sala 1970’an de, piştî danûstandinên dûr û dirêj di navbera serokomarê Iraqê û Mele Mistefa Barzanî de, di çarçoveya Iraqê de otonomî ji kurdên başûrê Kurdistanê re hat diyarkirin. Rewşa şerî û aştiya di nava PDK û komara Iraqê de heya îlona sala 1974’an domand. Di wê serdemê de Amerîkayê jî hevkariya serhildana kurdan dikir lê mixabin dema ku bi rastî pêdivî bi hevkariyê hebû, dewleta Amrîkayê ew bi tenê hiştin û destûr da Riza Şahê Pehlevî ku ji bo şikandina şoreşa kurdan hevkariya Beesiyan bikin. Êdî rewş diguhere.

Ji berê ve gotine dostên kurdan tune û piştî wê, dema ku Amrîkayê û rejîma Îranê destê xwe ji piştgiriya kurdan berdan, rejîma Iraqê dijberî kurdan şereke giran û hovane destpê kir û ji nişkan ve di civakê de pir tevlihevî çêbûn. Malbatên kurdan ji Bexdayê hatin derxistin û rewşa siyasî ya kurdan roj bi roj xirabtir dibû. Li Bexdayê endamên îstixbarata dewletê bi sedan xwendevan û kurdên niştîmanperwer girtin û rewşek tijî tirs ji azadîxwazên kurd û ereb re afirand. Herwiha, li Kurdistanê jî bi dehan gund hatin wêrankirin û di 24’ê nîsana 1974’an de bajarê Qeladizê jî bi giranî hat bombebaran kirin ku di encamê de çend xwendevanên kurd jî şehîd bûn.

Bi vê yekê rê rengê êrîşan jî diguhere. Piştî vê yekê, Beesiyan êrişî ser bajarê Helebceyê kir û gelek kesên sivîl û bêguneh hatin kuştin û birîndar kirin. Li hemberî van hovîtiyên rejîma Iraqê, gelek xwendevan û sivîlan ji Bexdayê û bajarên din ên Iraqê xwe gihandin çiyayên Kurdistanê û tevlî hêzên pêşmergeyan bûn. Lê Leyla Qasim û Cewadê Hemewendî di wê baweriyê de bûn ku divê xebat ne tenê li çiyayên Kurdistanê, belkî xebata herî giran, pêwîst e di nava cergê dijmin de û bi taybetî jî li bajarê Bexdayê bê domandin. Di roja 28’ê Nîsana sala 1974’an de (28.04.1974) Leyla û çar hevalên wê Hesen Heme Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî hatin girtin û rejîma Bexdayê di Rojnameya Elsewre organa fermî ya dewletê û di radiyo û televîzyona xwe de ew girtî wekî terorîst û dijminên dewleta Iraqê bi xelkî û raya giştiya cîhanê re dan nasîn.

Leyla û hevalên wê di girtîgehê de bi îşkence û azareke pir mezin rû bi rû man. Herçend li ser wan nehat îspatkirin jî rejîma Iraqê ji bo tirsandina kurdan û bi taybetî çîna rewşenbîr ku piştgirî ya doza xwe ya neteweyî dikir, di demeka kurt de (bi qasî 14-15 rojan) bi pêkanîna dadgeheke formalîte her pênc ciwanên kurd bi îdamê mehkûm kirin.

Gotinên dawî yên Leyla Qasim

Di rewşên wiha de sekn girîng e. Li gor dîtina ew kesên ku ji nêz ve Leyla Qasim dinasiyan û ew dîtine, Leyla jineke bêtirs, zîrek, axaftin xweş, esmer, bejin bilind, şirîn bû û di karê rêxistinê û hizbayetiyê de jî bi dîsîplîn û rêkûpêkî wezîfeyên xwe encam dida. Wê di çaxê ku di bin çavdêriya îstixbarata dewletê de bû jî bi cesaret bersiva pirsyarên karbidestên dewletê dida û di dagehê de li rûyê hakimê Beesî nêrî û bi dengekî bilind wiha jê re got: “Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran kurd dê ji xewa giran şiyar bibin. Ez pir kêfxweş im ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim.”

Karbidestên îstixbarata dewleta Iraqê dizanî ku ger jineke wiha xwedîbawerî zindî bimaba dê bandoreke mezin li ser bîr û rayên xwendevanên kurd û ereb kiriba. Ji bo wê jî di demeke kin de bi lez û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî anîn û di roja 12’ê gulana 1974’an de, di saet 7’ê berê sibê de Leyla Qasim û hevalên wê îdam kirin.

Ber bi sêdarê ve meşiya

Li hemberî her cure îşkenceyê bîr û birdozî û helwesteke hêja nîşan dide. Leyla Qasim herçend bi fîzîkî û ruhî gelek îşkence lê kiribûn jî ji bo ku dilê dostan şa û dilê dagirkerên welatê xwe biêşîne, bi rûyekî xweş û kena li ser lêvan ber bi sêdarê meşiya. Di deqîqeyên dawiyê de wê nehişt ku çavên wê û destên wê girê bidin. Wê bi xwendina sirûda netweyî ya kurd (Ey Reqîb) baweriya xwe ya bêdawî ji bo doza Kurdistan ji herkesî re da selmandin. Piştî şehîdkirina wan, Selamê birayê wê jî li Bexdayê ji aliyê Beesiyan ve hat şehîdkirin. Gunehê Selam tenê ew bû ku wêneyê Leyla Qasim gihandibû destê xwendevanên kurd ku li Ewropayê dixwendin û endamên YQK bûn.

Tif ser rûyê generalên Beesî kir

Helwesa ku nîşan dide bandorek mezin li her kesî dike. Beesiyan ji Leyla Qasim daxwaz kir ku bi nivîsîna nameyekê ji bo serokomarê Iraqê daxwaza lêborînê ji dewleta Beesiyan bike û bi vî rengî poşmaniya xwe ji wan ra nîşan bide. Leyla Qasim bi nêrîneke hişik û tifa ku avêtî ser û rûyê generalên Beesî, wiha bersiva wan da: “Ger ku ez ji karekî jiyana vê cîhanê poşiman bibim ew e ku ez zû dimirim, bêyî ku bikaribim demeke dirêj ji gelê xwe ra xebatê bikim û eger qirar be daxwaza lêborînê ji kesekî bikim, ez daxwaza lêborînê ji gelê kurd dikim. Ji ber ku di rastiyê de, min ji bo doz û pirsgirêka neteweya xwe kêm xebat kirye.”

Dema em bala xwe didin têkoşîna Leyla Qasim dibînin ku her domiyaye. Şehîd kirina Leyla Qasim û hevalên wê bû sedem ku gelek ciwan bi taybetî hevalên wê yên xwendevan û rewşenbîr tevî nava refên pêşmergeyan bibin û ji bo domandina rêya şehîdên Kurdistanê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê. Bi vî awayî Leyla Qasim bû pêşenga jinên şoreşger û sembola jinên kurd. Gelê kurd li hemû parçeyên Kurdistanê Leyla Qasim wekî qehremaneke neteweyî dibînin. Di sala 1974’an de dema ku Leyla Qasim hat şehîdkirin, bi hezaran dayikên kurd navê Leylayê ji zarokên xwe yên keç re hilbijartin.

Piştî salên dûr û dirêj rêya Leyla Qasimê bi şêweyekê berfirehtir ji aliyê keç û jinên kurd ve hat domandin. Belê pêr Besêya Dêrsimê û Exteraxana Loristanê, duh Margirêt Govergîs û Leylaya Qasimî ya serbilind û netirs û îro jî Zîlan, Binefş, Bêrîtan, Mizgîn, Zekiye, Rehşan, Bêrîvan, Ronahî û bi hezaran şervanên çeleng û qehreman li ser rêya Leylayê dimeşin.

Ramanên Leyla Qasim

Jina kurd Leyla Qasim bi her awayî mohra xwe li dîroka kurd û Kurdistanê dixe. Li gorî dîtina Leyla Qasim çewsdandina jina kurd tenê di çarçoveya zilm û zordariya mêrê kurd de bi sînor nebû, belkî wê ji bo guherandineke giştî xebat dikir. Di vê barê de Leya Qasim got: “Şêweya guherandinê di nava civata Kurdistanê de hewce ye guherandineke siyasî, civakî û aborî ye û eger gelê kurd mafê xwe yê siyasî û hiqûqî nestîne, mafê jina kurd jî dê hertim bê binpêkirin.” Li aliyê din gelek helbestvan û stranbêjan qala qehremaniya Leyla Qasim kiriye û li ser wê helbest û kilam nivîsî ne. Seyda Şêrko Bêkes, Tîrêj û gelek helbestvanên ereb yên mîna Udunîs di helbestên xwe de behsa canfedayiya Leyla Qasim dikin. Herwiha hunermendên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi stran û awazên xwe canfedayiya Leyla Qasim bi bîr tînin: Hunermendên navdar Şehrîbana Kurdî, Ciwan Haco, Bengîn, Heme Ceza û M. Mamlê helbestên helbestnavnên kurd ku derheqê Leyla Qasim de vehûnandine bi awazên xweş strîne.