12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkerên tirk zarokekî Rojavayî kuşt

Leşkerên artêşa tirk, li ser sînroê gundê Dûda yê di navbera Qamişlo û Amûdê de gule barandin. Leşkeran di êrîşê de zarokê 16 salî Hisên El Semlo kuşt.

Nûçegihanê ANHA’yê diyar kir ku gundiyan anîne ziman ku leşkerên tirk gule li ciwan û zarokan barandine û di encamê de zarokek kuştine. Li gorî gundiyan, leşkerên artêşa tirk ên li navendên li ser sînor bi cih bûne bi çekên giran gule reşandin, di encamê de gule li serê zarokê 16 salî Hisên El Semlo ket û jiyana xwe ji dest da. Ciwanê pê re birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Qamişlo.

Piştî bûyerê şandeyeke leşkerî ya Rûsyayê berê xwe da cihê bûyerê. Li gorî nûçegihand ew cih dikeve bakurê rojhilatê gundê Dûda û 100 metre ji sînor ve dûr e.