Beriya niha bi demekê jî derket holê ku dewleta tirk li nav xaka Başûrê Kurdistanê nasnameyan kontrol dikin û xalên kontrolê danîne.
Li gorî dîmenên ku Rojnews’ê bi dest xistî, ev yek carek din ispat bû. Li gorî çavkaniyek ku dîmen ji ajansa Rojnews re şandiye, leşkerên dewleta tirk li Berwarî Bala ya ser bi Amêdiyê seytere daniye û nasnameyên welatiyan kontrol dikin.
Li gorî dîmen tê dîtin ku leşkerên tirk li ser rê seytere danîne û weke ku li Tirkiyeyê bin, nasnameya xelkê Başûrê Kurdistanê kontrol dikin.
Li gorî heman çavkaniyê leşkerên Tirk ji xelê Başûr re dibêjin ku ev der xaka Tirkiyeyê û bi pasaportên xwe werin bigerin.
Tevî dagirkeriya aşkere, rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe diparêzin. Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê roj bi roj xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike.