12 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkerên Îranê xwendekarên kurd dikuje

Rejîma Îranê di çalakî û serhildana li dijî qeyrana aborî de herî zêde xwendekarên zanîngehê yên kurd dike hedef. Di 2 rojên dawî de 5 xwendekarên kurd ên zanîngehê kuşt. IHRNGOyê jî rapor amade kir û destnîşan kir ku herî kêm 192 kes hatine kuştin.

Çalakî û serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 15 roj li pey xwe hişt. Her ku diçe çalakî li tevahiya Îran û rojhilatê Kurdistanê belav dibe. Leşkerên rejîma îranê raste rast ciwanên kurd ên xwendekar dike hedef. Leşkerên Îranê di 8ê çile de Xwendekarê kurd ê zanîngehê Ako Mohammadî kuşt. Malbata Ako Mohammadî yê 22 salî  piştî milyarek toman da hikûmetê karibû cenazeyê kurê xwe bigirin.

Li gorî agahiyên HENGAWê xwendekarê zanîngehê Halid Mollaeî di 8ê çile de ji aliyê leşkerên Îranê ve hat kuştin.  Di heman çalakiyê de Muhammed Muhammedlou jî hat kuştin. Dîsa di 8ê çile de Welatiyê 42 salî Bahram Zahedi û welhatiyê 33 salî Mojtaba Ghorbani, ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin. Li gorî heman çavkaniyê welatiyê 39 salî  Mehdî Zatparvar jî di 9ê çile de ji aliyê leşkera ve hat kuştin.

Li Tahranê jî di 8ê çile de xwendekara kurd a 23 salî Robina Aminian, ji aliye leşkeran ve hat kuştin.

IHRNGO: herî kêm 192 kes hatin kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) di daxuyaniya xwe ya li ser malpera fermî de diyar kir ku di êrişên rejimê de herî kêm 192 kes hatine qetilkirin, lê ji ber qutkirina înternetê ya li seranserê welat, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir be.

Dibe ku zêdetirî du hezar kes hatibin kuştin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî daneyên hatine piştrastkirin, di nav wan de 9 jê zarokên temenê wan di bin 18 saliyê de, bi giştî 192 kes hatine qetilkirin. Herwiha hat gotin: “Di heman demê de raporên nehatine piştrastkirin nîşan didin ku bi sedan kes, li gorî hin çavkaniyan jî zêdetirî 2 hezar kes hatine kuştin. Ji ber qutbûna înternetê û agahiyên kêm, di şert û mercên îro de piştrastkirina serbixwe gelek dijwar e.”

Di daxuyaniyê de bal kişand ser raporên der barê dîtina bi sedan cenazeyên li morgên Tehranê û nûçeya kovara Time ku dispêre bijîşkekî û dibêje di şeş nexweşxaneyan de herî kêm 217 xwepêşander hatine tomarkirin.

IHRNGOyê ji bo mudaxileyê bangî raya navneteweyî kir.