12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran xelkê gund li mizgeftê komkirin

Leşkerên ku bi ser gundê Bilexşê yê navçeya Kercewsê de girtin gundî li mizgeftê kom kirine û 7 kes bi lêdane binçavkirin. Gund dorpêçkirî ye û lêgerîna li malan didome

Operasyona leşkerî ku di 18’ê hezîranê de li herêma Çiyayê Mawa ya navçeya Heskîf a Êlihê hatibû destpêkirin pişt re di 22’yê hezîranê de belavî navçeya Kercewsê bû didome. Li gorî nûçeya ajansa Mezopotamyayê di saetên serê sibê de leşkeran bi ser gundê Bilêxşê yê li herêma Torê ya Kercewsê de girtin. Hate diyarkirin ku li gundê 7 kes lê hatin binçavkirin dorpêç û serdegirtina malan didome, di dema binçavkirinê de leşkeran gundî derbkirine û şêniyên gund li mizgefta gund hatine komkirin.

Li Taxa Bayindirlik a li navenda Êlihê jî di çarçoveya heman operasyonê de bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de Abdûlcelîl Gîtmez û hevjîna wî Yuksel Gîtmez hatin binçavkirin. Hat ezanîn ku 2 welatiyên hatin binçavkirin birine Fermandariya Cendermeyan a Êlihê.