9 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran li Wanê welatiyek qetil kir

Li gundê Avzêrk ê navçeya Serav a Wanê welatiyê bi navê Seyithan Dûrdû bi guleya ji wesayîta leşkerî hat berdan, jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Avzêrk ê navçeya Serav/Mehmûdî ya Wanê welatiyê bi navê Seyithan Dûrdû yê 40 salî, bi guleya hat teqandin jiyana xwe ji dest da. Li gor agahiyên bi dest ketin; tê îdiakirin ku îro danê sibehê saet li dor 04.00’an Dûrdû yê ku gava bi hespê ber bi herêma Rêya Lazê ve diçû li ser rêya Axûrkê diçû, wesayîta leşkerî güle berdaye wî. Şahidan jî got ku gava wesayîta leşkerî bi çekê bera Dûrdû daye, Dûrdû ji ser hespê ketiye û bi giranî birîndar bûye. Hat diyarkirin ku Dûrdû yê bi giranî birîndar bûye demeke dirêj li cihê bûyerê maye û welatiyên çûne cihê bûyerê Dûrdû rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê. Hat ragihandin ku Dûrdû berî bigihê nexweşxaneyê di rê de jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Dûrdû rakirin morga nexweşxaneyê û piştî otopsiyê ew birine Wanê.

Piştî bûyerê dozgeriyê li cihê bûyerê lêkolîn kiriye û ji bo îfadeyê gazî gelek kesan hatiye kirin.