Leşkeran bi ser Zozana Çemêkarê ya herêma Herekolê ya navçeya Berwarî ya Sêrtê de girtin û 24 kes binçav kirin. Hat îdiakirin ku ji kesên hatine binçavkirin 2 jê şivan û 2 jî endamên HPG’ê ne.
Hate zanîn ku welatiyên binçavkirî pêşî birin Fermandariya Cendirmeyan a Berwariyê û piştre jî sewqî qereqolên cendirmeyan ên navend û navçeyên Misirc, Hawel, Berwarî, Tillo û Sêrtê kirin.