Ekîncî yê 17 salî ku ji zikê xwe ve birîndar bû jî, heta niha 3 caran emeliyat bû û dermankirina wî li nexweşxaneyê didome. Ekîncî tiştên hatin serê wî bi Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kir. Ekîncî anî ziman ku saet di 07.00’ê 18’ê gulanê de tevî 3 hevalên xwe, xwestin ji Herêma Federal a Kurdistanê derbasî Tirkiyeyê bibin û wiha got: “50 metre mabû em bigêjin sînorê Tirkiyeyê. Eskeran bêyî hişyarî bikin li ser me gule reşandin. Eskeran em dîtin. Lê negotin ‘Hûn ji ku tên û hûnê biçin ku?’ Rasterast li ser me gule reşandin. Eskeran em dîtibûn û em nas dikirin. Dizanîbûn em ji kijan gundî tên. Piştî ez birîndar bûm, ez li hevalê xwe geriyam. Min xwest bê alîkariya min. Lê dema hevalê min hat li ser wî jî gule reşandin. Dema ez ji hesp daketim, li min gule reşandin. Gule li ser dilê min ket. Piştre hevalê min Nebî hat cem min. Hevalê me Şahap Şendol ji destê xwe ve birîndar bû. Li pey me hatin û çêr li me kirin. Me got we em hişyar kiribûna em nedihatin vir.”
Leşkeran hişyar nekirin û gule reşandin