12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran dayikên Aştiyê û rojnameger binçav kirin

Leşkeran êrişî çalakiya “Ji şer re na, a niha aştî” ya li Silopiyayê kirin. Leşkeran di êrişê de 3 rojnameger û gelek Dayikên Aştiyê binçav kirin.

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li bajarokê Tilqebîn ê navçeya Silopiya ya Şirnexê bi daxwaza “Ji şer re na, a niha aştî” kom bûn. Ji Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt û Mêrsînê jî gelek Dayikên Aştiyê tev li çalakiyê bûn. Leşkeran êrişî çalakiyê kirin.

Di êrişê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut û Mahmût Altintaş, nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren û gelek Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku di dema binçavkirinê de rojnameger û dayik hatine derbkirin.