Leşkeran li gundê Nenyas ê navçeya Lîceyê ya Amedê bi ser mala Mehmet Yildirim ê ku di 24’ê Gulanê de ew qetil kirin de girt. Leşkeran di serdegirtina mala Yildirim de derî şikand û li malê lêgerîn kirin.
Xwişka Mehmet Yildirim Fehîme Yildirim, anî ziman ku leşkeran sedema serdegirtinê malê ji wan re negot û wiha axivî. Leşkeran derî şikandin û ketin hundir. Lêgerîn kirin û çûn.