Leşkeran li Semsûrê bi ser mala ku nûçegîhana Jinnews’ê Derya Ren û nûçegîhanê PÎRHA’yê Kamber Yildiz ji bo nûçeyê bişopînin lê diman de girt û nasnameya rojnamegeran kontrol kirin. Derya Ren ji bo nûçeyê bişopîne çû Mêletîyê û ji wir derbasî Semsûrê bû. Dema Derya Ren li gel Nûçegîhanê PÎRHA’yê Kamber Yildiz derbasî malbatekê bûn, leşkeran bi ser mala ku Ren û Yildiz lê diman de girt. Piştî yekîneya ewil a cendirmeyan bi ser malê de girt û nasname kontrol kirin çend kêlî şûnde komek din a cendirmeyan bi ser malê de girtin û li nasnameya rojnamegeran nerîn. Leşkerên ku bi ser malê de girtin, gotin ‘Ji kesî re nebêjin’ û xwestin ev avahî neyê parvekirin.
DFG: Em tundiya li ser rojnamegeran şermezar dikin
Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) jî piştî cendirmeyan bi ser malê de girt û li nasnameya rojnamegeran nerî daxuyanî dan û gotin “Em vê yekê qebûl nakin û tundiya li ser rojnamegeran em bi tundî şermezar dikin. Em tu carî li dijî tundiyan serî natewînin”