8 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran bi ser gundê Marînê de girt û îşkence li welatiyan kir

Leşkeran bi ser gundê Marînê yê Nisêbînê de girt. Leşkeran di serdegirtinê de yek jê zarok 3 kes binçav kirin. Leşkeran bi îşkenceyê S. Aslan binçav kirin.

Vê sibehê leşkeran avêt ser gundê Marînê ya bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve. Gund li quntarê Çiyayê Bagokê ye. Leşkeran avêt ser mala Abdulkerîm Aslan û Ridvan Aslan ên birayên hev. Leşkeran di serdegirtina malan de S. Aslan ê lawê Ridvan Aslan û hevjîna Abdulkerîm Aslan, Gulperî Aslan û mêvana wan Nêrgiz Okan binçav kirin. Leşkeran dema binçavkirinê li S. Aslan îşkence kirin.

Hat diyarkirin ku leşkeran berê sîlehên xwe dane ser gundiyan û heqaret li wan kirine. Hefsed Aslan behsa kêliya binçavkirinê kir û wiha got: “Me çi ji wan kiriye? Zarokên me kuştin. Berê sîlehên xwe dan ser me. Heqaretên giran li me kirin. Mala me serûbinê hev kirin. Îşkence li zarokên me kirin. Ev bêdîn û bêîman in.”

Ji gundiyan Zekiye Aslan jî nerazîbûn nîşanî serdegirtinê da û got: “Van para xwe ji mirovahiyê negirtiye. Li zarokên 15 salî dixin û kirin ku xwîn di devê wî de biavêje. Îşkence kirin. Gelo ev mirovatî ye? Me xwe avêt ser zarokên xwe lê li me jî dan. Sixêfa li me kirin. Ev ne karê dewletê ye. Xwedê heqê me ji wan re nehêle. Çi ji me dixwazin?”

Hat zanîn ku Nêrgiz Okan ku li gund hat binçavkirin hê nû ji girtîgehê derketiye.