Di saetên serê sibehê de leşkeran bi ser gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê ku zêdetirî du mehan e di bin dorpêçê de ye girtin û avêtin ser malan. Li gund ku tevî ketin û derketin qedexe ye jî leşkeran di serdegirtina malan de bi seatan lêgerîn kirin.
Gundiyên ku bi rojan e bi van sepanan re rû bi rû dimînin, banga hestiyariyê dikin.
Gundiyan ragihand ku leşker ji gund derneketine û dorpêçkirina li gund didome.
Her wiha sedema serdegirtina malan nehat zanîn.