22 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Lêpirsîn li rojnamegerên tevli bîranînê bibûn hat vekirin

Der heqê 4 rojnamegerên beşdarî daxuyaniya têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bûn, lêpirsîn hate vekirin û ji bo îfadeyê bang lê hate kirin.

Di 20’ê Kanûnê de li Amedê ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 19ê kanûna 2024an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla Tirkiyeyê ve bi SÎHAyan hatin qetilkirin, daxuyanî hat dayin. 4 rojnamegerên beşdarî daxuyaniyê bûn ji bo îfadeyê bang lê hat kirin.

Şaxa Ewlekariyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê ji bo îfadeyê bang li Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek, nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Heval Onkol û rojnameger Dîlan Kartal û Hêvîdar Onver kir. Der heqê rojnamegeran de bi îdiaya “Muxalefeta li dijî Qanûna Hejmar 2911ê” lêpirsîn hate destpêkirin.

Rojnameger Çîçek û Heval Onkol di çarçoveya lêpirsînê de îfade dan û hat zanîn ku rojnameger Dîlan Kartal û Hêvîdar Onver jî dê sibe îfadeyê bidin.

Rojnamegerên îfade dayin, diyar kirin ku wan ji bo rojnamegerên hatine qetilkirin daxuyanî dane û ev jî mafê wan ê qanûnî ye.