Parlamanterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Stenbolê Cengîz Çiçek, êrişa li ser malbata Kaya ku li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê ji ber muzîka kurdî guhdar dikir êrişî wan hat kirin, xist rojeva meclisê. Çîçek, bi daxwaza ku hemû qewimîn bên vekolandin û berpirs derkevin holê pêşniyaznameyek berpêş kir.
Cengîz Çîçek di pêşniyaznameya xwe de ev tişt gotin: “Li Bayrampaşa ya Stenbolê, zarok û jineke ducanî jî di nav de malbatek ji ber ku di wesayîta xwe de muzîka kurdî guhdar dikirin bi êrişeke dijwar a polîsan re rû bi rû ma û bi îşkenceyê hatiye binçavkirin. Ji bo bûyer bi her awayî bê aşkerakirin, kiryar û berpirs bên aşkerakirin û pêşî li binpêkirinên heman rengî bê girtin, divê di çarçoveya xala 98emîn a Destûra Bingehîn û xalên 104 û 105emîn ên Tuzuka Meclisê, Lêkolîna Meclisê bê vekirin.”