“Kurdistan mêtingeh e!”
Gava ev peyva bi sêhir yekem car li guhan teqiya, di rastiyê de hîmên bingehîn ên xebateke 50 salî jî dihatîn avêtin. Serhildana 29an ku di bin seroktiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wê dest pê bikira, bingeheke nû ya lêgerîna statûya Kurdan a li Rojhilata Navîn bû. Lê ev pirsgirêk ne pirs- girêkeke ji rêzê bû, lêgerîna statûya hezar salî bû. Danûstendina netewedewletan ku ligel modernîteya kapîtalîst tevahiya cîhanê teqandin û nîzama nû ya cîhanê ku ji aliye pergala ku çêbû ve hat afirandin, derfeta jiyanê nade Kurdan. Gava mirov di çarçoveya dîrokî de dinihêre, Kurd ku yek ji gelên herî qedîm ên vê erdnîgariyê ne, ji dîroka kevnar heta niha gelek xebat kirine ku rastiya xwe bihebînin û heya roja îro jî hewl dane ku hebûna xwe biparêzin. “Eger sosyalîzmên me yên dused salî jî li kapîtalê asîmîle bûne, belkî jî em nikarin ji nav tayfeya lanetdarên ku dikarin çarenûsa heman ji bîra leşkerên wan îdealên mezin ên mirovahiyê bînin. Ji bilî vê, em nikarin Sokrates, Budha, Zerduşt bêdeng bihêlin û peyvên wan ên dawî hatine gotin tine hesab bikin. Heta ku em wan jiyandar nekin û weke duh ji me re nû neyê, em ê wisa hesab bikin ku ji felsefeya azadiyê tiştek nehatiye fêmkirin. Mirovahiya ku dinale heye, xwezaya ku bêyî bersivdana ezeban wê hatiye xerckirin heye. Evîna ku bêyî rawestandin îxanet lê hatiye kirin heye. Bêyî ku em bersivê bidin van tiştan em dikarin ji kîjan jiyanê biaxivin?” (Abdullah Öcalan, Manifêstoya Şaristaniya Demokratîk) Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gava van gotinan dibêje, di esasê de bal dikişîne ser rastiyekê jî. Ev axaftin ku lêgerîna hezar salî ya Kurdan watedar dike, cihê ku têkoşîn divê tê de bê bicihkirin û tiştên ku divê bêne kirin destnîşan dike.
Di rastiyê de ev nêzîkbûn ku dikare wek serhildana li dijî pergala nû ya cîhanê bê hesabkirin, her wiha nîşaneya cewhera azadî û nirxdayîna jiyanê ye. Hebûna kurdan Kurdan di dîrokê de her tim hewil dane ku xwe li erdnîgariya xwe biparêzin. Parastina hebûna xwe, parastina ziman û çanda xwe, li dijî şeran, êrişên ji aliye mirovahiyê ve qonaxeka girîng bû. Lê Kurdan ev yeka ne tenê ji bo li piyamayînê kirin, hewldan ku bibin pêşengê dildarê azadiyê ya ku dê li dîroka mirovahiyê bê diyarîkirin jî nîşan bidin. Ji çiyayên Zagrosan, çoltara Nînova, navbênka Dîcle-Firatê, li deşta Haleb û Şamê, ji diyarên Anatolyayê û ji hemû rastiya erdnîgariya ku li wê belav bûne, xwestine xwe li cihekî bi cih bikin, xweseriya xwe biparêzin û her tim hewildane ku ziman û çanda xwe bidin jiyandin. Ji Kawa dest pê bike, heta Selaheddîn, Ebu Muslim û heta pêvajoya berxwedan û serhildanan di nav lêgerînekê de bûn. Lê mijara ku vê yekê çima û çawa kirine di serê mijaran yên ku di her serdemê de têne niqaş kirin de cih digre.
Di rastiyê de berxwedan û serhildanên kesayetiyên kurd ên ku ehemiyeta dîrokî tê de hene rastiyeke din jî eşkere dikir. Rêxistin û rêkeftinên kurdan ên dîroka berê, têkoşîna ku bi rê ve birin ne tenê ji bo Kurd û Kurdayetiyê bû. Ji bo parastina gelên din ên ku pê re dijîn û ligel zayîna Îslamê zêdetir ligel motîfên Îslamî pêk anîn. Helbet ev tesbitek e, ne lêpirsîn e. Helbet em dikarin ji hebûna sedemên pir aloz ên ku vê tesbitê çêkirine biaxivin. Lê belê ev rewş, rastiya ku mirov bifikire kurd çawa tevgeriyane naguherîne. Parastina gelên din Kurd, li erdnîgariyeke ku ereb, fars, ermen, azerî, tirk, cardin asûrî-sûryânî, Keldanî û gelek gelên din jiyane dijîn. Ligel van gelan hem cîran bûne, hem bi van gelan re di nav hev de jiyane. Vê rewşê, ligel pêvajoyên erênî yên ku ev têkeliya gelan sazkiriye, gelek kêmasî jî bi awayekî cidî di nava xwe de hewandiye. Helbet pêvajoya dîrokî vê yekê ji me re bi awayekî zelal nîşan dide. Di gel ku di nava dîrokê de di serî de baweriya Îslamê, Ereb û Tirkan û gelek gelên Rojhilata Navîn ji aliyê Kurdan ve hatin parastin û xwedîkirin, ne Kurd ne jî gelên ku hatine parastin di mijara hebûna statûyeke taybetî ya Kurdan de tiştek nekirin. Berovajî gelek caran rastî êrişên van dewlet an miletên cîran hatine.
Di dîroka nêz de dabeşkirina Kurdistanê bi çar perçeyan û şerê ku di her perçeyê de tê meşandin mînaka herî zelal e. Dem dema Kurdan e Gelekî weke Kurdan ku ewqas mezin be û bi hezarên salan li ser vê erdnîgariyê bê statu mabe, belkî jî heq dike ku bi vê taybetiya xwe li dîroka cîhanê bibe mînak. Lê belê êdî aşkere ye ku ev bi vî awayî nayê qebûlkirin. Ne Kurdên ku li çar perçeyên Kurdistanê dijîn vê yekê qebûl dikin, ne jî sîstema nû ya cîhana ku îro li Rojhilata Navîn dixwaze proseseke nû ava bike dikare vî barî bêyî Kurdan hilgire. Di van demên dawiyê de li ser bang- kirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya ku dest pê kiriye û gavavêtina PKKê ya ji bo dema nû, lêgerîna statûya Kurdan careke din aniye rojevê. Niha êdî dem dema Kurdan e.