14 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Lêgerîna nemiriyê ji Gilgamêş heta roja îro

Pirsa ez kî me û çima dimirim,lêgerîna wateya rêwîtiya herî kevin û mirovî ya mirovan e û di vî warî de destana padîşahê Urukê Gilgamêş şahida nivîskî ya herî kevin a vê lêgerînê ye

Mirovahî ji destpêka xwe ve vê pirsê dipirse: Ez kî me û çima ez dimirim? Ev pirs ne tenê pirsek hebûnê ye; ew di heman demê de lêgerînek gerdûnî ya mirovî ye ku di dilê çand, ol, felsefe û hunerê de ye. Destana Gilgamêş şahida nivîskî ya herî kevn a vê lêgerînê ye. Rêwîtiya ku Gilgamêş, padîşahê Urukê, ji bo dîtina nemiriyê dest pê kir, di rastiyê de, sembola têkoşîna mirovahiyê ye ku hebûna xwe watedar bike.

Gilgamêş temsîla hêz, qewet û şahrezayiyê dike; lê gava ew bi mirina hevalê xwe Enkîdu re rû bi rû dimîne, ew fêm dike ku ew jî dê bimire. Ev têgihîştin wî dibe ber pirseke kûr: Ger ez rojekê bimirim, wê hingê ev hemû hêz, zanîn û serkeftin çi feyde bike?

Ev pirsyar di bingeha xwesteka mirovan a ji bo nemiriyê de ye. Di demên kevnar de, nemirî ji bo xwedayan dihat veqetandin; îro, mirov bi rêya teknolojiyê, zanistê, kariyer, navdariyê, an bandorên medyaya civakî li wê digerin.

Îro, têgiha nemiriyê formeke dîjîtal girtiye, ne biyolojîk. Mirov êdî naxwazin di forma xwe ya fizîkî de, lê bi nasnameyên xwe yên dîjîtal her û her bijîn. Profîlên medyaya civakî, wêneyên parvekirî û naveroka çêkirî bûne cureyên Tableta Gilgamêş a nûjen.

Di vê serdemê de, mirov nemiriyê di bîranîn û xuyabûnê de dibînin. Lêbelê, xala dawî ya ku Gilgamêş di rêwîtiya xwe ya destanî de gihîştiyê, nîşanî me dide ku nemirî ne di xuyabûnê de, lê di wateyê de ye.

Gilgamêş ji bo dîtina sirra nemiriyê zehmetiyên mezin dikişîne, deryayan derbas dike û bi xwedayan re diaxive; lê di dawiyê de, ew ne nemiriyê, lê şahrezayiyê dibîne.

Ji perspektîfeke sosyolojîk ve, mirovên îroyîn ji aliyê çandeke xerîdar ve tên kolekirin. Her tişt zû tê jiyîn û zû tê jibîrkirin. Têkilî, nirx, heta bîranîn jî dibin “tiştên xerckirinê”.

Têgihîştina Gilgamêş ji bo vê serdemê bîranînek girîng e: “Tiştek her û her namîne, lê hin tişt xwedî wateyeke herheyî ne.”

Îro roj, civak li gorî serkeftin û xuyabûnê nirx didin kesan. Lê Gilgamêş vê yekê ji me re dibêje: Nemiriya rastîn di wan kirinên baş, şahrezayî û nirxan de ye ku hûn ji bo mirovahiyê dihêlin.

Di vî warî de, destan neynikekê li hember pirsgirêka “têrnebûyîna” civaka nûjen nîşan dide.

Çiqas tiştên me hebin jî, heke em ji wateyê dûr bikevin, valahiya di hundirê me de mezin dibe.

Mayindebûna mirovan ne di avahiyan de, lê di şopan de ye.

Her çend Gilgamêş nemiriyê bi dest nexe jî, ew dîwarên Urukê ava dike. Ev dîwar sembola mayİndetiya wî ne. Ev rastiyek sosyolojîk nîşan dide: Divê mirovahî ne di laşê xwe yê fizîkî de, lê di berhemên ku ji bo civakê li pey xwe dihêle, li mayîndetiyê bigere.

Di cîhana îroyîn de, ev berhem dikare avahiyek, berhemeke hunerî, pirtûkek, an jî tenê kiryareke dilovanî be.

Civak berhevoka van şopên takekesî ye. Her takekesek şopek piçûk a wateyê dihêle ku di bîra kolektîf a mirovahiyê de dimîne.

Çîroka Gilgamêş girêdana takekesî bi civakê re jî kûrtir dike, ji ber ku mirov ne tenê di hebûna xwe de, lê di têkiliya xwe ya bi civakê re jî wateyê dibînin.

Eger ev destana bi hezaran sal berê hîn jî bi me re diaxive, wate ew e ku Gilgamêş bi rastî jî nemirî dîtiye. Çîroka wî hîn jî tê vegotin, li ser tê fikirîn û nîqaşkirin.

Ev nîşan dide ku nemirî ne rewşek biyolojîk, mîrateyeke çandî ye.

Dersa herî mezin a ku Gilgamêş ji me re dihêle ev e: Jiyan ne ji bo bêdawîtiyê, lê ji bo wateyê tê jiyîn.

Hêza herî mezin a mirov ne di serketina li ser mirinê de, di qebûlkirina mirina xwe û hiştina şopên watedar di vê jiyana sînorkirî de ye.

Xwedîbûna vê hişmendiyê îro dibe ku mezintirîn şêweya şahrezayiya serdema nûjen be.