Koma LaWje ku bi stran û muzîka herêma Behdînanê tê nasîn, bi armanca piştgiriyê bide serhildana ji bo Jîna Emînî ya li Îranê hat qetilkirin, dest pê kirin, stranek amade kir. LaWje helbesta “Jina Kurd” a helbestvanê kurd Cegerxwîn kir stran û diyar kir ku ew bi stranê berxwedana jinan silav û pîroz dikin.
Stranbêjê LaWje Alî Tekbaş stran striye û ji bo stranê qlîbek jî hatiye amadekirin. Qlîb li ser kanala YouTube ya LaWje hat belavkirin. Dîmenên qlîbê jî ji berxwedana jinên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêk tê.
DENG DIDIN BERXWEDANÊ
Alî Tekbaş, der barê pêvajoya çêkirina stranê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û ev agahî dan: “Ji ber ku me nexwest ji bo berxwedanê bêdeng bimînin xebateke wiha kir. Êş û rojên reş li cîhanê serdest bûye. Lê hêviya me ya avakirina jiyana azad heye. Hestên hunermendan jî mîna gel di rêça dabînkirina aştiya civakî de ne. Em bi hemû zindiyên xwezayê re girîngiyê didin jiyana mirovan. Bingeha ‘Jin, jiyan, azadî’ jin e, jiyan heye, azadî heye. Jin sembola azadiya Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê me nexwest em bêdeng nemînin. Me xwest em dengê xwe bidin serhildana jinên Rojhilat. Cegerxwîn di helbesta xwe ya bi navê ‘Keça Kurd’ de dibêje ‘Rabe serî hilde’. Jinan jî serî hildan. Niha dema şikandina vê bêdengiyê ye. Me jî helbesta Cegerxwîn a bi navê “Keça Kurd” ji nû ve sererast kir. Em di wê baweriyê de ne ku divê hunermendên kurd li her qadê dengê xwe bilind bikin û bi hunera xwe tevlî berxwedanê bibin.”
Risteyên helbesta “Keça Kurd” wiha ne:
“Keçê rabe serî hilde
Divê çaxê hû nabî
Binêr jin çûn ezmana
Heta kengî di xewda bî?
Dixwazim zû bixwênî
Gavan pêj de bavêjî
Ji dijmin re tû mêrkujî
Di hundir de paqijî
Wekî findê dikî ronî, li bajêr yan li gund rûnî, diya şêr û pilinga bî, hevala ser bilinda bî
Erê şoxê erê şengê
Were em herin vê cengê
Şirîn û nazik û rind bî
Şekir lêv û spî zend bî”